Pêşmerge baregehên tirk û navendên MÎT’ê diparêzin

Hat ragihandin ku piştî serhildana gelê Şêladizê, bi sedan pêşmerge li dora baregeha tirk hatine bicihkirin, her wiha navendên MÎT’ê tên parastin, hatin û çûna welatiyan tên kontrolkirin

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandin, piştî ku gelê Şêladizê di 26’ê çileyê de bi ser baregeha artêşa tirk a Sîrê de girt û ew şewitand, hêzên pêşmergeyan li herêmê hatin zêdekirin.

Piştî xwepêşandana gel ku 2 welatî hatin qetilkirin û 6 jî birîndar bûn, li Şêladizê û Duhokê 31 kes hatibûn binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de siyasetmedar, welatiyên ku ji bakurê Kurdistanê ji ber pêkûtiyan xwe spartine Başûr û rojnamevan jî hene. Her wiha ofîsa televîzyona NRT ya Duhokê hatibû girtin.

Çavkaniyan ragihandin ku li dora baregeha Sîrê ya ku hatiye şewitandin bi sedan pêşmerge hatine bicihkirin û kontrola hêrêmê tê kirin.

Çavkaniyan her wiha hat gotin ku navendên Rêxistina Neteweyî ya Îstîxbaratê (MÎT) a Tirkiyeyê yên li herêma Duhokê jî ji aliyê pêşmerge û asayîşê ve tên parastin. Dîsa li ser rêyên herêmê hatin û çûn tê kontrolkirin, nasname tên pirsîn. DUHOK