Rojnameger Ayşe Duzkan dê têkeve girtîgehê

Rojnameger Ayşe Duzkan a tev li Nobeta Gerînendeya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin bû û 1 sal û 6 meh cezayê lê hat birîn hat erêkirin, ji bo biçe girtîgehê, çû edliyeyê. Gelek rojnameger û aktîvistên tevgera jinan a femînîst  Duzkan bi tenê nehiştin

Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, li rojnameger Ayşe Duzkan a tev li Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gunedmê ku bi KHK’ê hat girtin bû, 1 sal û 6 meh ceza birîbû. Cezayê Duzkan hat erêkirin. Piştî cezayê Duzkan hat erêkirin, Duzkan ji bo têkeve girtîgehê çû Edliyeya Stenbolê. Gelek rojnameger û aktîvîstên jinan ên femînîst Duzkan bi tenê nehiştin.

Di 16’ê çileya 2018’an Ayşe Duzkan, Huseyin Aykol, Mehmet Alî Çelebî, Huseyin Bektaş û Ragip Duran, bi armanca piştgiriyê bidin Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin û beşdarî Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî bûbûn. 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, bi giştî 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegerên tev li Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî bûn birîbû. Dadgehê li Rojnameger Huseyin Aykol bi îdîaya “Propaganda Rêxistinê” 3 sal û 9 meh, li Rojnameger Huseyin Bektaş, Mehmet Ali Çelebî, Ayşe Duzkan û Ragip Duran jî ji bo her yekê-î salek û 6 meh ceza birîbû.  Piştî cezayê Ozkan e 1 sal û 6 meh hat erêkirin îro çû edliya Çaglayanê ya Stenbolê. Li gel Duzkan Serokê DÎSK Basin-Îşê Faruk Eren, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, Aktivîstên BDS’ê, rêxistinên jinan ên feminist û gelek rojnamegerên din Duzkan bi tenê nehiştin. Pişti kar û barê Duzkan ên li Edliyê biqede dê biçe Girtigeha Jinan a Bakirkoyê.  STENBOL