Li Girtîgeha Duzceyê îşkence hat kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê rêveberiya girtîgehê îşkence û zextan li girtiyên siyasî dike

Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê rêveberiya girtîgehê îşkence û zextan li girtiyên siyasî dike. Rêveberiya girtîgehê girtiyan dixe odeya bi singêr û destê wan ji paş ve kelepçe dike.

Girtiyan name ji ANF’ê re şand û di nameyê de qala rewşa xwe kirin. Girtiyan xwest ku bila heyeteke parêzer, bijîşk û psîkolog werin girtîgehê. Girtiyan diyar kir ku ev îşkence bi awayekî sîstematîk tê kirin. Derket holê ku îşkence li çalakgerên greva birçîbûnê jî hatiye kirin.

Îşkence kirin û nebirin revîrê

Girtiyan di nameya xwe de diyar kir ku 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê îşkence tê kirin. Girtiyan di nameyê de qala van tiştan kirin: “Ji nîsana 2018’an û vir ve zext zêde bûne. Di 18’ê gulanê de di şevekê de girtin ser qawîşê û li me girtiyan dan. Dema ku malbat hatin serdanê, birînên li ser rûyê me dîtin. Piştî derbkirinê em nebirin revîrê jî. Di nav me de girtiyên nexweş jî hebûn. Me xwest wan bibin revîrê lê rêveberiyê got ku, ‘Ev hê destpêk e.’ Me gelek caran xwest em bi gerînendeyê girtîgehê re bicivin lê destûr nedan. Malbatan daxwaznameyên gilîkirinê dan lê lêpirsîn nehate vekirin û bi ser de cezayên hucre, telefon û hevdîtinê li me birîn.”

Banga hestiyariyê

Girtiyan diyar kir ku wan ev îşkence birine meclisê û banga hestyariyê li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kirin. Girtiyan diyar kir ku ji ber ku wan ev îşkence ragihandiye meclisê rêveberiya girtîgehê cezayê hucre, telefon û hevdîtinê li wan birîne.

Girtiyan bal kişandin ser vî tiştî ku girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne jî ceza li wan hatiye birîn û xwestin ku bila heyeteke parêzer, bijîşk û psîkologan were serdana wan. DUZCE