Înîsiyatifê banga tevlibûna mîtînga Stenbolê kir

 Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi civîna çapemeniyê banga tevlêbûna mitînga Stenbolê ya 3’yê sibatê kir. Hevserokê DBP’ê yê Stenbolê Ali Riza Bilgilî diyar kir ku dê di 3’yê sibatê de li qada Azadiyê ya Bakirkoyê ji bo piştevaniya girtiyan mîtînga Ked, Aştî û Edaletê pêk bînin û xwest her kes tev li vê mîtîngê bibe

Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re ya Marmarayê bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî  tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga tevlibûna mîtînga 3’ê sibatê ya li Qada Azadiye ya Bakirkoyê pêk bînin kir. Înîsiyatifê li Avahiya DBP’ê ya Stenbolê ya Aksarayê civina çapemeniyê pêk anî. Gelek rêveber, endamên înîsitiyatifê û welatî amade bûn.

Di civînê de Endama Meclisa DBP’ê Gulum Bayram diyar kir ku kurd her dem di pêvajoyên dijwar û awarte re derbas dibin û wiha got: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 83 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven bi vê çalakiya xwe mudaxaleyî rêveçûna girtîgehan kiriye. Piştî Guven dest bi çalakiya grevê kir, niha li dora wê bi sedan hevalên me yên girtî bûne xelek û dest bi grevê kirine. Li Ewropa, Hewlêr bi heman daxwazan ketine grevê. Ev daxwaz ne daxwazên ji rêzê ne. Ev daxwazên siyasî û civaki ne. Divê teqez tecridkirina Ocalan bi dawî bibe. Heta ku tecrîda teqez a li ser birêz Ocalan  rabene, aştî, demokrasî û aramî bi pêş nakeve.”

‘Bêdengiya CPT’yê berdewama komployê ye’

Bayram, helwesta CPT’ê ya li dijî daxwazên çalakgeran jî rexne kir û wiha got: “Çalakger 2 meh in di greva birçîbûnê de ne. Bêdengiya CPT berdewama komployê ye. Bêdengiya CPT’ê me dixe nava fikaran. Divê beriya dem derbas bibe her kes hestiyar tevbigere û divê CPT têkeve nav hewldanan. Ji bo daxwazên Leyla Guven û hevalên li dora wê bûne xelek em de di 3’ê sibatê saet di 13.00’an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtingê pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku tev li mîtînga Ked, Aştî, Edalet û demokrasiyê bibin.”

‘Çareseriya pirsgirêkan Ocalan e’

Hevserokê DBP’ê yê Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî jî wiha got: “Di salên 2009-2012’an de dîsa mafê gotinê tune bû û gelê me li ser pêyan bû. Gelê me li dijî êrîşên topyekun bi awayekî topyekun dengê xwe bilind kir. Îro dîsa dixwazin welat têxin nav kaosê. Yê ku pirsgirêkan çareser bike birêz Ocalan e. Em bang li gelê xwe dikin ku di 3’yê sibatê de tev li mîtînga Bakirkoyê bibe.” STENBOL