Partiyan banga derketina dewleta tirk ji axa Sûriyeyê kir

Partiyên siyasî yên Helebê xwestin dewleta tirk a dagirker ji axa Sûriyeyê derkeve û teqez kir ku armanca siyaseta dewleta tirk a dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk e

Partiyên siyasî yên Helebê bi daxuyaniyekê xwestin dewleta tirk ji axa Sûriyeyê derkeve. Partiyên siyasî yên Helebê yên wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekitî), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî hebûn û dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Sûriyeyê dan.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên PYD’ê Selwa Mihemed ve hate xwendin. Selwa teqezî li ser danûstandinên Sûrî-Sûrî û derketina dewleta tirk ji axa Sûriyeyê kir.  Selwa Mihemed di destpêka daxuyanî de, got ku ev saleke li ser êrîşên hovane yên dagirkeriya tirk li ser Efrîna ku bi hezaran koçber ji hemû herêmên pêkhateyên Sûriyeyê hembêz dikirin, derbas bûn.

Armanca Tirkiyeyê têkbirina gelan e

Selwe destnîşan kir ku li hemberî van êrîşan, Berxwedana Serdemê hat destpêkirin û di vê oxirê de gelek şehîd hatin dayîn û berxwedan heta niha li hemberî dagirkeriya tirk dewam dike. Selwa Mihemed di berdewama daxuyanî de wiha got: “Di van deman de, siyaseta Tirkiye ya dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ne ji bo avakirina herêmeke bi ewle û parastina sivîlan e, armaca xwe têkbirina projeya neteweya demokratîk a ku yekitî di navbera hemû pêkhateyên siyasî û civakî de çêkir.”

Bang li Neteweyên Yekbûyî kirin

Di dawiya daxuyaniyê de, yek ji rêveberên PYD`ê Selwa Mihemed wiha got: “Dewleta tirk bi siyaseta xwe ya dijminahî ya li dijî gelên herêmê dewam dike. Em ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî daxwaz dikin ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku ji axa Sûriyeyê ya ku dagir kiriye, derkeve û li ser tawanên ku der heqê gelê Sûriyeyê de kiriye, hesab ji wan bixwaze. Her wiha hemû hêzên biyanî ji axa Sûriyeyê derkevin daku dest bi danûstandinên Sûrî-Sûrî li ser axa Sûriyeyê bê destwerdanên derve, were kirin.” HELEB