Şêniyên Sirînê ji bo Guven meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Sirînê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya Leyla Guven bi dirûşma `Li ser rêgeza Leyla Guven li ber xwe bidin û Serok Ocalan azad bikin` meşiyan

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star de ji bo piştgiriya berxwedana hevseroka KCD‘ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 83 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi sedan şêniyên herêma Sirînê bi dirûşama ‘Li ser rêgeza Leyla Guven li ber xwe bidin û serok Ocalan azad bikin’ meşiyan.

Meş ji ber navenda Şaredariya Gel dest pê kir û li qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin endama Kongreya Star a Sirînê Emel Mistefa axivî û wiha got: “Brexwedana Leyla Guven mînaka herî mezin a rola jin a pêşeng di têkoşîna rizgarkirina Ocalan de ye.”

Piştre endama koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Nîroz Cuma diyar kir ku armanca wan ji çalakiyan azadiya Ocalan e. Cuma di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a herêmê û da zanîn ku dewleta tirk hewl dide dewleta osmanî ji nû ve zindî bike û got lê bi hevgirtina gelên herêmê planên dewleta tirk têk biçin.

Her wiha hevserokê Meclisa Herêma Sirînê Mihemed Selmo jî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikevin nav tevgerê.  KOBANÊ