Strana hilbijartinê ya MHP’ê jî dizî derket

Navenda Nûçeyan

Serhad Eyalet Lordu ku yek ji fenomenên twîtterê ye, aşkera kir ku newaya strana hilbijartinê ya MHP’ê ku Mustafa Yildizdogan dibêje, ji strana ‘Bihuşta Cîhanê’ ya Koma Berxwedan hatiye dizîn

Yek ji fenomenên twîtterê Serhad Eyalet Lordu ku li ser hesabê xwe bi gelemperî stran û mûzikên kurdî yên ku ji hêla hunermendên tirk ve hatine dizîn parve dike, niha jî diziyeke din a Mustafa Yildizdogan teşhîr kir. Lordê Serhedê li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir ku Yildizdogan, newaya strana hilbijartina 31’ê adarê ya MHP’ê, diziye.

Serhad Eyalet Lordu da zanîn ku strana bi navê ‘Em hemû bi hev re Tirkiye ne’ ya ku Mustafa Yildidogan ji bo kampanyaya hilbijartinê ya MHP’ê çêkiriye, ji strana “Bihuşta Cîhanê” ya Koma Berxwedan ku di sala 1991’an de derxistiye diziye û her du stranan berawird kir û li ser twîtterê parve kir.

‘Em beriya niha axivîbûn’

Lordê Serhedê hesabê Mustafa Yildizdogan ê twîtterê jî etîket kir û wiha got: “Birêz Mustafa Yildizdogan, gelo wekhevbûna newaya vê strana ku we ji bo partiyekê ji bo hilbijartinê çêkiriye û newaya strana Koma Berxwedan a di sala 1991’an de derxistiye tesadûf e? Her wiha em berê van mijaran bi we re axivîbûn. Ji kerema re xwe wisa neke!”

Gelek dizî teşhîr kiribûn

Serhad Eyalet Lordu li ser hesabê xwe beriya niha jî hin stran û newayên kurdî yên ku ji hêla hunermendên mîna Kiraç, Berdan Mardînî, Nîhat Dogan, Îbrahîm Tatlises, Mahsun Kirmizigul, Serdar Ortaç û hwd. ve hatine dizîn, derxistibû holê. Serhad Eyalet Lordu derxistibû holê ku newaya strana ‘Olurum Turkiyem (Ez bimirim Tirkiyeya min) ku Mustafa Yildizdogan dibêje jî ji straneke kurdî hatiye dizîn.