Mala Guven di dorpêça polîsan de ye

Çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê li malê didome. Lê mala Guven ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Tevî dorpêça polîsan jî piştgîriya ji bo Guven didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 84’emîn de didome. Çalakiya Guven ku di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê destpê kiribû piştî ku di 25’ê çileyê de hat tehliyekirin li malê berdewam dike.

Roja ku Guven dest bi çalakiyê kir û şûnde avahiya HDP’ê ya Amedê û girtîgehan bi TOMA, renger, wesayîtên zerîpoş û polîsan hatibû dorpeçkirin. Lê piştî Guven hat tehliyekirin vê carê jî polîsan mala wê dorpêç kir.

Piştgiriya ji bo Guven didome

Ligel dorpêça polîsan a mala Guven jî piştgiriya gel û HDP’ê didome. Duh parlamenter Remziye Tosun, namzedên hevşaredariyê yên Peyasê û rêveberên HDP’ê çûn ber mala Guven, bi diruşm, çepik û tilîliyan piştgirî dan çalakiya Guven. AMED