Ji bo keça xwe ya nexweş dixebite

Dayik Derya Ozan, ji ber alîkariya dewletê têra pêdiviyên keça wê ya 8 salî ya nexweşîna Hîdrosefalî lê peyda bûye nake, ji mecbûrî dixebite û ji bo alîkariyê bang li rayaderan kir

Derya Ozan ku tevî keça xwe ya 8 salî ya nexweşîna Hîdrosefalî lê peyda bûye li Sûltangaziya Stenbolê dixebite, nikare di ber pêdiviyên keça xwe re bigihê. Ozan û hevjînê xwe di sala 2012’an de dev ji hev berdane û ji ber rewşa xwe ya aborî nikare pêdiviyên keça xwe bi cih bîne. Ji ber vê Ozan mecbûr ma bixebite.

Ozan bi lêv kir ku ji ber nexweşîna keça wê dewlet mehê hezar û 200 lîre pere dide wan lê belê ev pere têra pêdiviyên keça wê û pêdiviyên malê nake. Ozan ev tişt got: “Têr bikirina ez nedixebitîm. Zivistanê mehê 200-300 lîre heqê gaza xwezayî didim. Tevî ceyran û avê heta hezar lîreyî jî diçe. Pêdiviyên taybet ên keça min hene. Mamaya wê, potikên wê. Têr nake. Loma ji mecbûrî dixebitim.”

Ozan diyar kir ku piştî wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye, ew û keça xwe bi hev re dijîn û ji bo debara xwe bike ji mecbûrî dixebite û ji ber vê jî nikare baş li keça xwe binere. Ozan wiha got: “Ji ber dixebitim pir nikarim bi keça xwe re eleqedar bibim. Mala dotmama min ava be, ew pê re eleqedar dibe, xwarina wê didê û binê wê paqij dike.”

‘Ji ber mama biha ye tim nikarim bikirim’

Ozan anî ziman  ji ber ku keça wê nikare xwarinê bixwe ew mama didê lê mehê an jî du mehê carekê ancak dikare mama bikire û wiha got: “Ji ber mama buha ye tim nikarim bikirim. Ji ber nikarim xwarinê jî bidimê, tiştên wekî helîseyê didimê.”

Ozan ji ber vê rewşa xwe ji bo alîkariyê bang li rayedarên dewletê kir û wiha got: “Divê şert û merc hinekî din jî bên başkirin û divê eleqeya ji bo berastengan zêdetir be.” STENBOL