Nîmet Abdula: Divê kurd yekitiya xwe ava bikin

 Serokê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Abdulla got ku Kurdistan li beramberî metirsiyên mezin e, ji bo wê pêwîst e hemû alî bi hev re stratejiyek niştimanî û neteweyî pêk bînin

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûr û rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Herî dawî di 23’yê vê mehê de balafirên şer ên dewleta tirk li Geliyê Reşeva ya Dêrelûka ser bi Amêdiyê ve komkujî pêk anî. Di encama bombebaranê de 4 welatî şehîd bûn. Piştî wê jî gelê Şêladizê li dijî dagirkiriyê rabû ser pêyan û baregeha leşkerên tirk a li Şêladizê şewitandin. Li wir jî artêşa tirk êrîşê welatiyan kir û yek jê zarok 2 kes şehîd bûn.

Derbarê dagikerî, êrîşên delweta tirk û giringiya yekitiya netewî de serokê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Abdula ji RojNewsê re axivî. Nîmet diyar kir ku kurd di qonaxek hestiyar re derbas dibin, ji bo vê pêwîst e bi awayekî zû pêngavan jî bavêjin û wiha pê de çû: “Pêwîst e hemû aliyên kurd rûnin û li ser mijara neteweyî biaxivin. Mijarên başûrê Kurdistanê, pirsgirêkên bi Bexda re, mijara rojavayê Kurdistanê û pirsgirêkên wan ên bi Tirkiye, Suriye û DAIŞ’ê re bên axaftin. Her wiha mijara bakurê Kurdistan û pirsgirêka wan a gel Tirkiye, rojhilatê Kurdistan bên rojevê. Lazim e ev mijar hemû werin axaftin û guftûgo li ser were kirin. Ji ber ku kurd niha li beramberî metirsiyek mezin e, ji bo ku ev metirsî ji holê rabe, pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Ji bo ku metirsî ji holê were rakirin, divê kurd stratejiyek neteweyî deynin holê.”

Abdula di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk yên ser gelê sivîl yê başûrê Kurdistanê jî û wiha got: “Di rojên dawî de gelek bûyer pêk hatin û welatiyên sivîl şehîd bûn. Rojane welatiyên herêma Kurdistanê şehîd dikevin. Bi hinceta gerîlayên PKK’ê li wan herêman heye êrîş tên kirin. Divê hikûmeta Tirkiyeyê û hemû welatên ku kurd tê de hene, bi guftûgoyan pirsgirêkê çareser bikin. Bi salan e ev şer heye û nehatiye çareserkirin.”

Serokê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Abdula di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Pêwîst e hemû aliyên kurd bi hev re rûnin û bi hev re kar bikin. Her wiha divê ji bo piştgiriya gelê kurd bi welatên Ewropayê re peywendiyek xurt bê çêkirin. Bila tu kes li gorî bi şêwazeke cuda kar neke ji ber kes nezane kî dost e kî dijmin e. Divê bi awayekî zelal kar bê kirin.” HEWLÊR