Derbkirina xwe venegotin rojnamegeran neheq kirin

Di danişîna 22 rojnamegerên di serdegirtina avahiya Ozgur Gundemê de hatibûn binçavkirin û tên darizandin polîsên rojnameger derb kirin hatin guhdarkirin. Di danişînê de polîsên ku rojnameger derbkirin, xwe parastin û rojnamegeran neheq kirin

Di 16’ê tebaxa 2016’an de polîsan avêtibû ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin û 22 rojnameger bi derbkirinê binçav kiribûn. Danişîna 3’yemîn a der barê rojanemgeran de hatibû vekirin îro li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayan Stenbolê hat dîtin. Parêzerên rojnameger û polîsên şahid beşdarî danişînê bûn. Ji polîsên rojnamegeran derb kirin Gokalp Ertaş di îfadeyên xwe de behsa derbkirina rojnamegeran nekir û îdia kir ku rojnamegeran heqaret li polîsan kiriye û mudaxeleya fizîkî kirine.

Polîsên bûne şahid ên bi navê Muhammet Aydun û Veysel Dursun jî derbkirin û neheqiya li rojnamegeran kirine ji nedîtî ve hatin û xwe parastin.

Dadger xwest biryara lêgerîna der barê rojnameger Amîne Demîrkiran û Gunay Aksoy de dewam bike û ji bo rojnameger Bayram Balci û Ersîn Çaksu jî biryara piştî îfadeyên wan hatin girtin bên berdan derxist û danişînê taloqî 19’ê hezîranê kir. STENBOL

Dikarî Biecibînî