Pergala AKP’ê: Miftî rojnameger vexwend îfadeyê!

Navenda Nûçeyan

Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Kuzey Sakaryayê Munîr Alî Kara da zanîn ku Miftiyê Sakaryayê ji ber ku nûçeya çêkirin, ew vexwendiye îfadeyê

Encama pergala rejîma yekzilamî ya AKP-MHP’ê hêdî hêdî zelal dibe. Rojane li her deverekê Tirkiyeyê bûyerên balkêş rû didin. Li hêlekê derdorên xwe bi nasnameya ol didin naskirin li kolanan li ser jiyana gel êdî vediguherin gefekî li hêla din jî saziyên dewletê yên weke qanûn, daraz û birêvebirinê yek bi yek bê wate dimînin. Niha jî bûyereke balkêş li bajarê Tirkiyeyê Sakaryayê qewimî.

Li gorî nûçeya Oda TV’yê, xwediyê îmtiyazê û Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya herêmî ya Kuzey Sakaryayê Munîr Alî Kara di quncika xwe ya heftane de diyar kir ku miftîtiya navçeyê ji bo ku îfadeyê wê bigirin, vexwendine.

‘Min got qey min şaş bihîst’

Kara di quncikê xwe yê bi ser navê ‘Îfadegirtina ji rojnamegeran’ de wiha dibêje: “Di roja sêşemê nivîsa min li ber dawîbûnê bû. Nûçegihana me Esra xanim li min geriya û got; ‘Kekê ji miftîtiya navçeyê geriyan. Têkildarî nûçeya ku me çêkiriye xwestin îfadeya min bigirin.’ Kêliyekê sekinîm. Min got qey min şaş bihîstiye. Mi got; ‘îfade’. Got; ‘erê kekê wisa dibêjin ez biçim yan na.’ Min got neçe.”

Di berdewamiyê de jî Kara dibêje li vaîzê ku li nûçegihanê wan geriyaye re axivî ye û wiha domand: “Min got mafê ‘îfadegirtina ji rojnamegeran’ aydê tu kesî nîne. Xuya bû ku di ferqa rewşa heyî ya micid de nebû. Min jî jê re got ku peyva ‘îfadegirtinê’ ji hêla herkesî ve nayê qebûlkirin. Dev ji wê berde ne amirê çapemeniya miftîtiyê ye û ne jî di venihêrê wê ye. Her wiha ji bilî saziyên darazê, kiryara ‘îfadegirtinê’ rêbazeke venihêrînê yê giran e.”

Dikarî Biecibînî