Leyla Guven ji CPT re nameyek şand

Leyla Guven ku ji grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê re pêşengiyê dike, nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şand û diyar kir ku heta daxwaza wê bi cih neyê dê çalakiya xwe bidomîne

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 84 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, nameyek ji serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) Dr. Mykola Gnatovsky re şand û xwest CPT bi berpirsyariya xwe rabe.

Guven di nameya xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê astengiyên mezin li pêşiya demokratîkbûn û asayîbûnê hene û got ku astengiya herî mezin jî tecrîda li ser Ocalan e.

‘Rêveberiya heyî ne kêmî dîktatoriyê ye’

Guven nêzîkatiya hikûmeta tirk a li Ocalan weke ‘îşkenceya tecrîdê ya li dijî qanûnan û hiqûqa gerdûnî’ bi nav kir û da zanîn ku hikûmet vê îşkenceyê li nav gelemperiya sîstema siyasî ya Tirkiyeyê belav kiriye, lewma zemîna siyaseta demokratîk gelekî kêm e û wiha domand: “Hikûmeta tirk rêveberiyeke welê keyfî diafirîne ku ne kêmî dîktatoriyê ye û destûra xwe ya bingehîn, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake. Vê hikumetê, min; jineke kurd, siyasetmedareke ku îradeya sêyemîn mezintirîn partiya li Tirkiyeyê ya 6 milyon deng stendiye, salekê di girtîgehê de hişt.”

‘Ez ê çalakiya xwe bidomînim’

Di berdewamê de Guven destnîşan kir ku ew ji bo bidawîbûna tecrîdkirina birêz Ocalan û rakirina pergala îşkenceyê di 8’ê mijdarê de li girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û wiha pêde çû: “Di roja 79’an a greva birçîbûnê de 25’ê çileya 2019’an hatim berdan. Mafê birêz Ocalan e ku ji nava tecrîdê bê derxistin û garantî jê re bê dayîn ku karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne. Dixwazim hûn zanibin, heta ku ev yek pêk were ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim.”

Rakirina tecrîdê ne qenciyek e

Guven di nameya xwe de bal kişand ser biryarên pîvanî yên CPT ên li ser tecrîdê û rapora Tirkiyeyê ya di rûniştina dawî ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û ev tişt anî ziman: “Bidawîkirina tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan qenciyek nîn e, ev yek pêwendiya xwe yekser bi parastina pîvanên bingehîn ên mafên mirovan û serdestiya hiqûqê heye.”

Divê CPT bi erk û berpirsyariya xwe rabe

Her wiha Guven di dawiya nameya xwe de ev bang li CPT’yê kir: “Ez pê zanim ku bi navê CPT hûn jî li ser pîvanên ku min li jorê qala wan kir bi rayedarên hikumeta tirk re didin û distînin. Haya min ji van hewldanên we yên hêja heye. Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; di serî de Girtîgeha Îmraliyê modela rêvebirina girtîgehan a li gelemperiya Tirkiyeyê, ji aliyê hikumeta tirk ve weke amûreke tundiyê ya tepisandina muxalefetê û pirsgirêka kurd tê bikaranîn. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ketime, bi daxwazeke şexsî dest pê nekiriye. Çalakiyeke û daxwazeke rewa ye û li girtîgehan 281 kes ku 49 ji wan jin e, li derveyî Tirkiyeyê jî 18 kes vê çalakiyê dimeşînin. Pê bawer im ku CPT wê maf û erka xwe bi xurtî bi kar bîne û li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ne rewa bikeve nava hewldanan. Li bendê me ku hûn bi erk û berpirsyariya xwe rabin.” BRUKSEL