Rûhanî: Zexteke giran a aborî li ser me heye

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser gora Hûmeynî qebûl kir ku pêkanînên DYA’yê bandorê li aboriya wan dike

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îro danê sibehê tevî endamên kabîneyê serdana tirba Ayetûllah Hûmeynî kir û piştre daxuyanî da. Rûhanî diyar kir ku bi ambargoya aborî ya DYA’yê re girantirîn zexta aborî ya piştî şoreşa 1979’an û vir ve li ser wan heye.

Rûhanî diyar kir ku şerê dawî yê DYA’yê yê li dijî Îranê ji çileya 2018’an ve dest pê kiriye û îdia kir ku ji aliyê siyasî, hiqûqî û psîkolojîk ve li qada neteweyî û navneteweyî bi ser neketiye. Rûhanî wiha got: “Ji şoreşê û vir ve zexta herî giran a aborî li ser me heye. Bi hewldan, fedakarî û berxwedana gel dê DYA di şerê aborî de jî têk biçe.”

Rûhanî dubare kir ku ji bilî çend welatan dinya tev li dijî DYA’yê piştgiriyê dide Îranê û ev tişt got: “DYA’yê ne tenê li dijî Îranê her wiha soza xwe ya li ser Peymana Bazirganiya Serbest a bi Yekitiya Ewropa, Çîn û Bakurê Emerîkayê (NAFTA) re jî têk bir. Divê kes şaş şîrove neke.”

Rûhanî anî ziman ku pirsgirêkên heyî yên welatê wan ji ber zextên rêveberiya Washîngtonê û şopdarên wê ne û wiha got, “Li şûna şermezarkirina DYA’yê divê em hikûmeta xizmetkar an jî rejîma Îranê sûcdar nekin.” TEHRAN