Tenduristiya çalakgeran xirab dibe

Yek ji çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ên li Girtîgeha Xarpêrtê Cengaver Aykul e. Bavê Aykul Latîf Aykul got ku rewşa tenduristiyê ya kurê wî her diçe nebaş dibe

Greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 47’an de ye. Cengaver Aykul ku 6 sal in li girtîgehê ye û 17 sal ‘ceza’ lê hatiye birîn, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 ya Xarpêtê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.

Bav Latîf Aykul diyar kir ku kurê wî ji roja dest bi greva birçîbûnê kiriye û vir ve 10 kîlo li xwe kêm kiriye. Aykul anî ziman ku ew hewl didin wî bi tenê nehêlin û wiha got: “Em diçin hem hevdîtina vekirî hem jî ya girtî. Rewşa wî ya tenduristiyê mîna berê baş nîne. Jixwe berçavkê bi kar tîne. Lê belê piştî ku dest bi greva birçîbûnê kir, tansiyona wî gihîşt derdora 8/4’an. Her wiha êşa serî lê zêde bûye. Nêzî 10 kîlo li xwe kêm kiriye û bêhal ketiye.”

Aykul qala çavdêriya xwe ya dema hevdîtinê kir û ev tişt anî ziman: “Girtî bi giranî hilbijartinê û rewşa HDP’ê meraq dikin. Dipirsin bê HDP dikare bi ser bikeve yan na. Her wiha ji HDP, ÎHD, baro û Komeleya Malbatên Girtiyan dixwazin ku der barê çalakiyên greva birçîbûnê de bikevin nav liv û tevgerê. Em jî ji parlamenterên xwe, ji partiya xwe, ji ÎHD û baroyan dixwazin ku bi vê mijarê re eleqedar bibin.” AMED