Guven: Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 85 roj in li dijî tecrîdê di çalakiyê de ye, bi rêya telekonferansê tev li çalakiya nobetê ya li Amedê bû û diyar kir ku çi dibe bila bibe dê bi ser bikevin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza  rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, 85 roj in didome.

Parlamenterên HDP’ê jî ji bo piştgirîdayîna çalakiyên ku hatine destpêkirin li avahiya KCD’ê ya Amedê dest bi çalakiya nobedê kirin. Leyla Guven jî bi rêya telekonferansê tev li çalakiya nobetê bû û diyar kir ku çi dibe bila bibe dê bi ser bikevin.

Di axaftina xwe de Guven anî ziman ku her çiqas ji girtîgehê derketibe jî ji bo wan mekan ne girîng e, dê bi her awayî çalakiya xwe bidomînin û got ku ev rêya ku têda dimeşin çiqas zehmet dibe bila bibe dê teqez bi ser bikevin.

Guven destnîşan kir ku nobet girtina parlamenteran gelek bi nirx e û wiha domand: “Bi salan e em ji bo hatine gel hev xebitîn. Niha em li gel hev in. Fîkriyata HDP û HDK’ê gelek bi nirx e û diyariyeke herî mezin a ji bo gelê me ye. Kurdistana azad û Tirkiyeke demokratîk pêkan e. Gava destpêkê pêk hat, niha nêzî 300 hevalên ve di girtîgehan de bi destpêkirina grevên birçîbûnê vê yekê dan destpêkirin.”

Herî dawî Guven bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û destnîşan kir ku şertên li girtîgehan wek kiryarên darbeya 12’ê Îlonê ya Kenan Evren in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de girtîgehên Elezîz û Patnosê hevalên ku ketine greva birçîbûnê dixin hucreyên yekkesî. Derveyî şekir û xwê tiştek din nadin. Tevî van kiryaran jî girtî 45 roj li dû xwe hiştin. Bi derxistina min a ji girtîgehê xwestin vê berxwedanê parçe bikin. Em bi hev re derketin vê rêyê, yên li dû me man jiyana bi rûmet bidomînin. Silav û hezkirinê xwe pêşkeşî we dikim.” AMED