Leşkeran bi ser 37 mal û axuran de girt

Li navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê yên Amedê leşkeran avêt ser gelek gundên çolterê û bi ser 37 mal û gelek axuran de girtin. Di serdegirtinan de welatiyê bi navê H.A. ji ber wêneyê li mala wî daliqandîbû hat binçavkirin

Di çarçoveya operasyona leşkerî ya li herêma çolterên navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê yên Amedê de ku di 29’ê çile de pêk hatibû leşkeran avêtibû ser gelek gundan û bi ser 37 mal û axuran de girtin. Hat ragihandin ku di serdegirtina malan de kontrola nasnameya welatiyan hat kirin û amûrên malan hatin serobin kirin.

Di serdegirtina gundê Bahemdê yê Pasûrê de welatiyê bi navê H.A. bi hinceta wêneyekî şervanê HPG’ê li mala wî daliqandîbû û bi îdaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Hat zanîn ku H.A. birine Fermandariya Cendermeyan a Pasûrê. AMED