DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke pêşmergeyan kir

Li nêzî Goristana Bawe Mehmûd a li navçeya Xaneqînê ya Diyalayê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke pêşmergeyan kir û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêşmergeyan hatine girtin, li nêzî Goristana Bawe Mehmûd a li navçeya Xaneqînê ya Diyalayê şeva din  di saet 22.00’an de, çeteyên DAIŞ’ê du caran êrîşî nuqteyeke pêşmergeyan kir.

Li gorî heman çavkaniyê pêşmergeyeyekî tûgaya 3 ya pêşmergeyan di necama êrîşa sekvanî ya çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûye. DIYALA