Komela Îslamî û PDK li hev civiyan

Şandeya PDK’ê li ser mijara avakirina kabîneya nû ya hikûmetê û xurtkirina peywendiyan li Hewlêrê serdana Komeleya Îslamî ya Kurdistanê kir

Ji bo başkirina peywendiyan û danûstandinên li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, şandeya PDK’ê di bin serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî de serdana Navenda Komela Îslamî ya Hewlêr kir û ji aliyê Emîrê Komela Îslamî Elî  Bapîr ve hat pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Komela Îslamî heta niha biryara xwe ya dawî nedaye ka dê beşdarî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bibe yan na. HEWLÊR