Ser doza JÎTEM’a Enqereyê dinixumînin gelo?

Di nivîsa Midûriyeta Giştî ya Polîsan ku şand Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê şahidê nepen ê bi navê Ayişigi nehat dîtin. Parêzeran bertek nîşanî vê yekê da

Danişîna doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ku ji ber kuştina 19 kesên di navbera salên 1993 û 1996’an de li Enqereyê û derdora wê hatin kuştin vebûye li Dadgeha Enqereyê hat dîtin. Parêzerên muştekî û yên bersûcan beşdarî danişînê bûn. Piştî xwendina nasnameyan hat dîtin ku heyeta dadgehê guheriye. Ji ber guherîna heyetê zabitên danişîna derbasbûyî carek din hatin xwendin.

Di dadgehê de hat gotin hêj biryara girtina bersûc Mahmut Yildirim (Yeşîl) heye û têkildarî dosyaya sereke parastina ji bersûcan Alî Tekdemîr hatiye girtin.

Heyeta dadgehê diyar kir ku nivîsek ku navê şahidê nepen ê bi navê Ayişigi tê de nîne ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Polîsan ve ji wan re hatiye şandin.

Parêzerên muştekî li dijî navê şahidê nepen Ayişigi ku di nivîsê de cih nagire bertek nîşan dan û gotin ji bo ser dozê bê girtin çi ji destê wan tê dikin. Parêzeran wiha got: “Çawa şahidê nepen nayê dîtin? Ev yek jî baş dide nîşandan ku faîl dewlet bi xwe ye.”

Parêzerek bersûcên dozê li xwe mikur hat û got; “Li vî welatî her kes girtiya pêvajoyan dizane. Pêkan e şahid li derveyî welat be.”

Heyeta dadgehê danişîn taloqî 5’ê nîsanê kir. ENQERE