Danişîna Demîrtaş û Yuksekdag hat taloqkirin

 Danişîna doza Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş a li Kayseriyê hat taloqkirin

Danişîna 8’emîn a doza Hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku bi îdiaya “îftira li wezîfedarên cemaweriyê kirine” li Kayseriyê dihatin darizandin li Dadgeha Kayseriyê hat dîtin. Demîrtaş û Yuksekdag beşdarî dozê nebûn. Parêzerê Demîrtaş Aydin Erdogan di danişînê de amade bû.

Daxwaznameyên Demîrtaş û Yuksekdag ên şandin dadgehê hat xwendin. Heyeta dadgehê danişîn taloqî 3’yê meha gulanê kir. KAYSERÎ