Li Qamişloyê teqîn, du jin birîndar bûn

Li Qamişloyê, di dema derbasbûna wesayîteke sivîl de mayînek ku li ser rêya pêşiya Mizgefta El- Beşîr hatibû bicihkirin hat teqandin. Di encamê de 2 jinên di erebeyê de birîndar bûn

Beriya çend kêliyan li taxa Erbewiyê ya Qamişloyê ya girêdayî herêma Cizîrê teqînek pêk hat. Li ser rêya pêşiya Mizgefta El- Beşîr mayînek hatibû bicihkirin. Dema wesayîtek sivîl derbas bû mayîn hat teqandin. Di encama teqînê de 2 jinên di wesayîtê de birîndar bûn.

Li gorî agahiyên dayî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn her du jinên birîndar rakirin yek ji nexweşxaneyên Qamişloyê. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî