Artêşa tirk hêzên taybet dişîne Efrînê

 Artêşa dewleta tirk a li Efrînê her roj binpêkirinên xwe zêdetir dike. Artêşa tirk 200 leşkerên hêzên taybet derbasî Efrînê kirin

Çavkaniyên ji Efrînê ji ajansa Hawarê re diyar kirin ku artêşa tirk 200 leşkerên xwe yên hêzên taybet anîn Efrînê û beşek ji wan Ii bajêr û beşa din jî li gundên navçeya Şêrawa û Cindirêsê bi cih kirin.

Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku artêşa tirk siyaseta guhertina demografîk li Efrînê didomîne û malbatên çeteyan li gundên li ser sînorên navçeya Raco, Bilbilê, Cindirêsê û Şiyê yên kantona Efrînê bi cih dike.

Heman çavkaniyan diyar kir ku ji ber parvekirina mal û milkên welatiyan di navbera komên çete de şer derket. Di demên dawîn de di navbera çeteyên Ceyş El-Îslam ku ji Xûtayê ne û çeteyên Ehrar El-Şerqiye de li navenda Efrînê û navçeyên wê ji ber parvekirina malên şêniyan, şer derket. Her wiha artêşa tirk û çeteyên wê darên zeytûnan, darên din û darên hinaran ên şêniyên Efrînê dibirin.

Tirkiye nasnameyan didin çeteyan

Ji aliyekî din ve di navbera çeteyan de ji ber guhertina nasnameya Sûriyeyê bi ya Tirkiyeyê re şer derdikeve. Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk ji bo hilbijartinên 31’ê adarê yên herêmî nasnameyan dide çeteyên li Efrînê. EFRÎN