Şengaliyan bendên leşkerî şikandin û derbasî Rojava bûn

Çalakiya gelê Şengalê ya li dijî girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de berdewam dike. Gel bendên leşkerî şikandin û derbasî sînorê Rojavayê Kurdistanê bûn. Şandek li ser navê gel bi rayedarên deriyê sînor re civiya

Gelê Şengalê ji bo şermezarkirina girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ber bi korîdorê ve ketin rê. Lê hêzên artêşa Iraqê nêzîkî gundê Barê girseya gel dan sekinandin û destûr nedan derbas bibin. Lê gel guh neda qedexeyan û benda leşkerî derbas kir û berê xwe da çalakiya konvedanê ya li ber korîdorê. Gel derbasî sînorê Rojava bû û ji rayedaran daxwaz kirin ku korîdora mirovî vekin.

Li ser navê gel şandeyek bi rayedarên korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de civiya. Gel daxwazên xwe bi nivîskî radestî rayedarên Iraqê kirin. Rayedarên iraqî jî diyar kirin ku dê daxwazên wan bibin cihên peywendîdar. Çalakiya şengaliyan li ser sînor berdewam dike. Çalakvanan di mavbera sînorê Rojava û Şengalê de kon veda û diyar kirin ku heta korîdor neyê vekirin dê çalakiya xwe dewam bikin.

Hêjayê gotinê ye 15’ê kanûna 2018’an ve ye korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund yên gelên Şengalê hikûmet neçar mabû ku bi awayekî fiîlî veke û soz dabûn şengaliyan ku dê vekirî bihêlin. Lê piştî demekê careke din korîdor bi temamî li ser şengaliyan hate girtin. Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûl kirin ji 24’ê çileyê ve çalakiya konvedanê li ber korîdorê dane destpêkirin.

Gelê herêmê nikare pêwîstiyên xwe bi rêya deriyê di navbera Şengal û Duhokê de dabîn bikin. Ji ber asayîşa PDK’ê destûr nade tu tiştek derbasî Şengalê bibe û ambargoyeke aborî li ser herêmê daniye. Ji ber vê jî gel daxwaza vekirina korîdorê dike û dibêje divê korîdorê weke deriyeke fermî qebûl bike. Ji ber fermanê jî gelek êzidî koçî Dêrika Rojavayê Kurdistanê kirine û di kampan de dimînin. Ger derî venebe peywendiyên di navbera êzidiyên Şengal û Rojava de qut dibin. ŞENGAL