Gelê Colemêrgê li benda roja bersivdayînê ye

Namzeta Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş û Cîhan Karaman li ser hilbijartina herêmî axivîn û diyar kirin ku gelê Colemêrgê li benda roja bersivdayînê ye û gotin ku dê di 31’ê adarê şaredariyan ji qeyûman bigirin û dîsa radestî gel bikin

Ji hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê re 59 roj man û partî bênavber dixebitin. Namzetên hevşaredariya Colemêrgê ya HDP’ê Seher Kadîroglû Ataş û Cîhan Karaman bal kişandin ser hilbijartinên herêmî û sekna gelê Colemêrgê û destnîşan kirin ku dê gel di 31’ê adarê de bersiva herî baş bide qeyûman.

Namzet Seher Kadîroglu Ataş di sala 1986’an de li gundê Enver ê Gevera Colemêrgê hatiye dinê û li Zanîngeha Balikesîrê Beşa Darayî xwendiye û di sala 2017’an de bi KHK’ê ji karê xwe yê Midûriyeta ÎŞKÛR a Wanê hat îxrackirin. Her wiha Ataş li gel xebatên xwe yên Sendîkaya Kedkarên Buroyê, berdevkiya Platforma Jinan a Ah Tamara û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî kiriye. Namzet Cîhan Karaman jî 15 salan di şaredariyê de xebitî û 3 salên dawî jî Serokatiya Şaxa DÎSK’ê ya Colemêrgê kir.

Xebatên ji bo jinan

Ataş anî ziman ku dê piştî hilbijartina 31’ê adarê bi jinên Colemêrgê tevbigerin û hewl bidin li bajêr potansiyel û hêza jinan derxînin holê û wiha got: “Em ê bi hêza hevalên xwe yên jin, di şaredariyên HDP’ê de modelên kooperatîfan çêbikin. Li Colemêrgê, jixwe li her malekê kooperatîfek heye. Em ê hewl bidin berên ku jin li malê çêdikin li bazaran bi cih bikin. Tiştên herêmî ji bo me pir girîng in. Hingiv û gûzên Colemêrgê pir bi qîmet in. Em ê hewl bidin ku ji bo jinan beramberiya van tiştan hebe. Em ê bazarên kedê yên jinan ava bikin.”

Di axaftina xwe de Ataş diyar kir ku dê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Binevşê ku qeyûm ew girtibû ji nû ve vebikin û radestî jinan bikin.

Her wiha Ataş destnîşan kir ku gelê Colemêrgê li pişta gelê xwe ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Colemêrgê tu tişt ji bawerî û vîna xwe winda nekiriye. Gel bi awayekî girseyî em pêşwazî kirin û bi rojan e bi şev û roj em û gel tên cem hev. Her diçe ev coşa me zêdetir dibe. Niha rewş ev e; dê Colemêrg di 31’ê adarê de careke din rekorê bişikîne.”

‘Em ê bi gel re pirsgirêkan çareser bikin’

Namzet Cîhan Karaman jî diyar kir ku şaredariyên aîdî gel veguherîne qereqolan lê belê dê gel di 31’ê adarê de bersiva vê yekê bide û ev tişt anî ziman: “Me hemû pirsgirêkên li bajarê xwe tespît kirin. Em ê tevî gel van pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo vê yekê çi ji destê me bê em ê bikin.” COLEMÊRG