Li Wanê êrîşî otobusa HDP’ê kirin

Di saetên şevê de kesên nediyar êrîşî otobusa HDP’ê ya hilbijartinê kirin û camên wê şikandin

Li Wanê şevê din kesên nediyar di saetên şevê de êrîşî otobusa hilbijartinê ya Partiya Demokratîk  Gelan (HDP) kirin û camên wê şikandin. Şevê din dema otobusa HDP’ê ya hilbijartinê li ber avahiya HDP’ê ya bajar parkkirî bû, kesên nasnameya wan nehate zanîn êrîş kirin. Êrîşkaran camên otobusê şikandin û li şûna nivîsa “Ya Me Ye” MHP nivîsandin û Gurêboz xêz kirin. Balkêş e li der û dora ku otobus rastî êrîşê hat polîs 24 saetan bi TOMA û maşîneyên zirxî nobetê digirin. WAN