Li Şirnexê îtiraza hilbijêrên sexte hat redkirin

 HDP’ê li Şirnexê têkildarî 9 hezar zêdetir hilbijêrên nelirê ku bi piraniya wan ji leşker û polîsan pêk tê îtirazî Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Şirnexê kir. Lijneyê îtiraza HDP’ê red kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijêrên xeyalî yên li Şirnex, navçe û bajarokên wê di rojên derbasbûyî de îtirazî Lîjneyên Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a Şirnexê kiribû. Bi piraniya van hilbijêrên ku ji polîs û leşkeran pêk tê zêdetirî 9 hezar hilbijêrên sexte ne. 745 hilbijêrên ji sivîlan pêk tên tenê hatibûn jêbirin.

HDP’ê têkildarî van hilbijêrên sexte serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da. Lijneya Hilbijartina Şirnexê îtiraza HDP’ê nirxand û serlêdana têkildarî navenda Şirnex, navçeya Elkê, Basa, bajaroka Deşta Darê ya Hezexê, bajarokên Bêspîn û Tilqebîn yên Silopî, navenda Qileban û bajarokên girêdayî Qileban Hîlal û Sêgirk red kir.  YSK’ê jî di biryara xwe de qebûl kir ku bi piraniya van hilbijêran ji polîs û leşkeran pêk tê. ŞIRNEX