PKK û PAJK’ê Viyan Soran bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Viyan Soran bi bîr anîn û bang li gelê kurd kirin ku li ser xeta Viyan Soran têkoşînê geştir bikin

Koordînasyona PAJK’ê û Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyên cuda Viyan Soran kul i dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir bi bîr anîn û ji bo geşkirina têkoşînê bang kirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 13’emîn a çalakiya Viyan Soran ku endama Komîteya Avakar a PKK’ê û yek ji fermandarên YJA-STAR’ê bû, wiha got: “Di destpêka salvegera 7’an a Komploya Navdewletî de, hevrê Viyan Soran got ‘Ez naxwazim careke din di bin pergala Îmraliyê ya tecrîd û îşkenceyê de 15’ê Sibatê bibînim’ û bedena xwe da ber agir. Bang li her kesî, di serî de bang li hevrêyan, jinan, gelê Başûr nexasim bang li gelê Silêmaniyeyê, hemû ciwan û jinên kurd kir ku zêdetir li Rêber Apo xwedî derkevin, li dijî pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê zêdetir têbikoşin. Di salvegera 13’emîn a şehîdbûnê de, em Viyan Soran li ser navê rêveberiya partiya xwe, li ser navê Komîteya xwe ya navendî bi hurmet û minet bi bîr tînin, careke din sond dixwin ku armancên wê pêk bînin û xwedî li bîranînên wê derkevin. Em bang li jin û ciwanên başûrê Kurdistanê dikin ku rastiya Viyan Soran baş fêhm bikin û li ser şopa van pêşengên xwe bimeşin, bêhtir tev li têkoşîna azadiyê bibin.”

‘Dîlgirtina Rêbertî qebûl nekir’

Kooordînasyona PAJK’ê ku di şexsê Viyan Soran de bi rêzdarî hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî, diyar kir ku Soran dîlgirtina Ocalan qebûl nekir û têkoşîna xwe ya şoreşgerî diyarî azadiya Ocalan kir û wiha got: “Hevrê Viyan yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera me ya azadiyê bû û jineke bi rûmet bû ku kevneşopiya berxwedêr a başûrê Kurdistanê bi xeta fedayî ya tevgera azadiyê ve girê da. Dîlgirtina Rêbertî û komplo qebûl nekir û têkoşîna xwe ya şoreşgerî diyarî azadiya Rêbertî kir. Hevrêya me Viyan wiha bang kir ‘Peyama min peyama azadiyê ye. Ez bang li we hemûyan dikim; ji bo parastina Serok Apo û serketinê, çalakî û têkoşînê geş bikin’. Gelê me bi têkoşîna xwe ya bi salan a li dijî komployê bersiv da vê bangê. Gelê kurd dîlgirtina Rêberê xwe tu carî qebûl nekir û li dijî tecrîd û sîstema Îmraliyê timî têkoşiya.”

Grevên birçîbûnê dê teqez bi ser bikevin

Di daxuyaniya xwe de PAJK’ê ragihand ku komploya navdewletî dikeve sala 21’an, tecrîda li ser Ocalan ji her demê bêhtir hatiye girankirin û wiha domand: “Li dijî tecrîdê çalakiyên berxwedanê yên mezin tên kirin. Li ser şopa Leylayan ku di dîroka me ya azadiyê de her pêşengî kirin, bi pêşengiya Leyla Guven berxwedana grevên birçîbûnê li Kurdistanê û tevahiya cîhanê pêk tên. Bi van çalakiyan tê xwestin ku tecrîdkirina Rêbertî bi dawî bibe û şert û mercên ji bo kar û jiyana azad jê re bên afirandin. Her wiha dê grevên birçîbûnê teqez bi ser bikevin, tecrîd bişikê û faşîzm hilweşe.”

Her wiha PAJK’ê destnîşan kir ku têkoşîn bi pêşengiya jinên kurd roj bi roj xurt dibe û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li ser vê bingehê em gelê xwe yê welatparêz, berxwedêrên grevên birçîbûnê, çalakgeran û her kesên ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin silav dikin û bang dikin ku van çalakiyên xwe mezintir bikin.” BEHDÎNAN