Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin

Dozgeriya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan a 786’emîn red kir. Îro jî malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Raziye Ozturk, Serbay Koklu û Cengîz Çîçek bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parezeran cara 786’emîn red kir.  Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin hevdîtinê bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Îro jî malbata Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtina heftane bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Îmraliyê dimînin jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan ji 11’ê Îlona 2016’an vir ve yekem car di 12’ê çileyê de hevdîtinek pêk anîbû. STENBOL