Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin

Hat zanîn ku 16 jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi boneya li dijî guhertina odeyên xwe derketine hatin derbkirin

Hat ragihandin li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 4 roj berê odeyên girtiyên jin hatine guhertin. Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û ragihandin bi boneya ew li dijî vê pêkanînê derketine hatine derbkirin. Girtiyan got ku Sitê Goren a 72 salî û Hevşaredara Licê Rêzan Zugurlî Ataş a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî di nav de 16 jinên girtî hatine derbkirin. Girtiyan dayar kir ku tiliyek Hevşaredar Ataş hatiye birîn û milê Goren jî ji ber derbkirinê tehl bûye û nikare bilivîne û wan dernexistine revîrê.

Piştî derbkirinê navê jinên odeyên wan hatin guhertin wiha ne: Hevşaredara Licê Rêzan Zugurlî Ataş, Sitê Goren, Medya Aslan û Medya Çinar. WAN