Çalakiya şengaliyan bi biryardarî didome

Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojava de bi biryardarî dewam dike. Çalakgerên ku di navbera Şengal û Rojava de kon vedane diyar kirin ku heya encam negirin dê dest ji çalakiya xwe bernedin

Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojava de di roja 9’an de bi biryardarî dewam dike. Çalakgerên ku di navbera Şengal û Rojava de kon vedane û daxwaza vekirina korîdorê ji rayedarên Iraqê dikin, diyar kirin ku heta Iraq daxwazên wan pêk neyêne dê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Duh gelê Şengalê ji bo piştgiriya bi çalakgerên nobeta li ber korîdorê berê xwe dan ser sînorê di navbera Rojava û Şengalê de. Hêzên Iraqê herçend xwestin li çend cihan pêşî li gel bigirin jî gel barîkatên leşkerî hilweşandin û derbasî aliyê rojavayê Kurdistanê bibin. Nûnerên gel ji rayedarên Iraqê xwestin ku guh bidin daxwaza gelên Şengalê û gotin ku heta daxwazên wan neyên bi cih anîn dê dest ji çalakiyên xwe bernedin.

Di 31’ê çileyê de Mala Êzdiyan a kantona Cizîrê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku artêşa Iraqê rê nade ew dîlên ku ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin, derbasî Şengalê bibin û bang li hikûmeta Iraqê kiribû ku korîdorê vekin.

Hêjayî gotinê ye di 15’ê kanûna 2018’an korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund ên gelên Şengalê hikûmet neçar mabû ku bi awayekî fiîlî veke û soz dabûn şengaliyan ku dê vekirî bihêlin. Lê piştî demekê careke din korîdor bi temamî li şengaliyan hate girtin. Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûlkirin ji 24’ê çileyê ve çalakiya kon li ber korîdorê destpêkiriye.

Gelê herêmê nikare pêwîstiyên xwe bi rêya deriyê di navbera Şengal û Duhokê de dabîn bikin. Ji ber asayîşa PDK’ê destûr nade tu tiştek derbasî Şengalê bibe û ambargoyeke aborî li ser herêmê daniye. Ji ber vê jî gel daxwaza vekirina korîdorê dikin û dibêjin divê korîdorê weke deriyeke fermî qebûl bike. Ji ber fermanê jî gelek êzidî koçê Dêrika Rojavayê Kurdistanê kirine û di kampan de dimînin. Ger derî venebe peywendiyên di navbera êzidiyên Şengal û Rojava de qut dibin. ŞENGAL