Ji Ronyas a 8 salî nameya piştgiriyê

Leyla Guven ku ev 87 roj in ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi peyameke deng bersiv da nameya Ronyas ku zarokek ji Kirmaşanê ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, 87 roj in didome. Rojane ji her çar parçên Kurdistan û derveyî welat gelek peyam û nameyên piştgiriyê ji Leyla Guven re tên şandin. Yek ji van nameyan jî ya Ronyasa 8 salî ya ji bajarê Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê ye. Zaroka bi navê Ronyas di rojên borî de ji bo piştgiriyê nameyek ji Guven re şandibû. Leyla Guven jî bi peyameke deng bersiva nameya Ronyas da û spasiya helwesta wê kir.

Nameya Ronyas û xwişka wê ya bi navê Arîna ji Leyla Guven re şandîbû wiha ye: “Silav û rêz heval Leyla, navê min Ronyas e, ez xelkê Şabada yê bi ser Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê me. Ez jî dixwazim Serok Apo azad bikim. Lê ez bi tenê nikarim, pêwîst e em hemû bi hev re ji bo azadiya wî bixebitin. Em Erdogan bişikînin û hemû girtiyan azad bikin. Ji bo azadiya Serok Apo serî hilde, serî hilde, serî hilde.”

Leyla Guven jî bi bersiva da nameya Ronyasê: “Ronyas keça ciwan, ez Leyla Guven im. Ez çavên te maç dikim, temendirêj bî, tu çiqas keçikek ciwan î. Ji bo azadiya gelê xwe û pêşeroja zarokên me da ku jiyanek azad û aram bijîn min dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Ez bi qurbana çavên te yên reş bibim. Tu xema nexwe, ez ê baş bibim û tekez ez ê baş bibim. Silav û rêz ji bo te û malbata te. Sekeftin be ruhê min.” SILÊMANÎ