Li Viyanayê du kurdistaniyan dest bi çalakiyê kir

 Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibin. Li Viyanayê jî du kurdistaniyan dest bi çalakiyê kir

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê kurdistanyên bi navê Şivan Agaoglu û Sultan Yîgît ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dan destpêkirin.

Kurdistanî duh li Wesbahnofê li hev civiyan û bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hat berz kirin. Kurdistaniyên bi navê Şivan Agaoglu û Sultan Yîgît li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Ciwanên kurd ragihandin heta ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe dê çalakiya xwe bidomînin. VIYANA