Kurdistaniyên li Ewropayê daketin qadan

Li gelek bajarên Ewropayê kurdistanî û dosên xwe ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê meş li dar xistin

Grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoyek kiritîk de ye, şevê din kurdistaniyên li Ewropayê daketin qadan. Li ser banga lezgîn a KCDK-E’yê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn daketin qadan û ji bo balê bikêşin ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê banga liv û  tevgerê li hêzên navneteweyî kirin.

Li Swîsreyê çalakiyên kurdistaniyan

Kurdistaniyên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê û derdora wê dijîn li pêşiya îstasyona trenê ya Navenda Zurîhê li hev civiyan. Girseya gel bê navber dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Leyla Guven rumeta me ye” berz kirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê almanî hatin belavkirin û dirûşmên şermezarkirina dewleta tirk û Edogan hat berzkirin.

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê jî kurdistanî li pêşiya îstasyona trênê ya Navenda Bernê li hev civiyan û çalakî li dar xistin. Girseyê pankart û wêneyên Ocalan hildan bi dirûşmên bal kişandin  ser rewşa çalakgerên grevê. Girseya gel banga ketina tevgerê li hêzên navnetewî kir.

Li gelek barjarên Almanyayê meşiyan

Li bajarê Stûttgart yêAlmanyayê jî kurdistanî li pêşiya HBF’ê li hev civiyan û balkişandin li ser rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê. Girse bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Leyla’ , ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ ber bi Schlossplatzê ve meşiyan.

Li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê ji aliyê Komeleya Çanda Elewiyan ve ji bo balê bikêşin li ser berxwedana Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin.

Li bajarê Bremnê yê Almanyayê ji bo balkişandina ser rewşa berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî li pêşiya HBF Bremen li hev civiyan û banga ketina tevgerê li hikûmeta alman kirin. Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin bang li hikûmeta alman, dewletên Yekitiya Ewropayê û hikûmetan hate kirin “Vê qîrînê bibihîzin û berî demekê bikevin tevgerê”.

Li bajarê Hîldesheîmê yê Almanyayê jî çalakiya şermezarkirinê hat lidarxisitn. Kurdistanî saet di 21.00’an li pêşiya HBF’ê li hev civiyan û dirûşmên “Bijî berxwedana Yuksel Koç û Nasir Yagiz” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Munîh Almanyayê dijîn jî li pêşiya HBF’ê li hev civiyan û bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê şermezar kirin. Kurdistanî posterên Guven û pankarta ‘daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, daxwazên me ne’ hildan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji Ocalan re azadî” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Li bajarê Monchengladbachê yê Almanyayê ciwanên kurd çalakî li dar xistin. Çalakî ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya HBF’ê hate kirin. Ciwanan destpêkê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist û piştre ber bi qereqola polîsan meşiyan. Di çalakiyê de ciwanan dirûşmên “Bijî Ocalan”, “Bijî berxwedana Zindana” û ‘Leyla Guven” berz kirin.

Li bajarê Salzgîtterê yê Almanyayê komeke jin ên endamê Meclisa Jinan a Berçem Cîlo dosyayek dan şaredarî û çapemeniya xwecihî. Di civîna bi rayedarên şaredariyê de hat gotin ku dê ji nêz ve çalakiyên greva biçrîbûnê bişopînin û naveroka dosyeyê bikin rojev. Piştre jinan serdana rojnameyên xwecihî kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li bajarê Kasselê yê Almanyayê  ya kurdistaniyan di roja 4’emîn de ye. Endamên sazî û desteyên cuda serdana çalakgerên grevê dikin. Parlamenterê Koalîsyona Çepgir a Parlamentoya Eyaleta Hessen a Almanyayê Throsten Felstehaûsen serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir û piştgirî da çalakiyê. Felstehaûsen got; “Çalakiya we pîroz e, hûn ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Li Yewnanistanê şermezarkirin

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî Kurdistanî li ser banga lezgîn a KCDK-E daketin qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Faşîst Tirkiye”, “Dîktator Erdogan” , “Ji Ocalan re azadî” û “Bîjî berxwedana zindana” hat berz kirin.

Li Fransayê çalakiya li dijî bêdengiyê

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikêşin li ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bêdengiya li dijî berxwedêrên greva birçîbûnê hat şermezarkirin û ciwanan wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hildan. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi çalakiya bêîteatiya sivîl bal kişandin ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê. Çalakî li Cadeya Saînte-Catherîne pêk hat û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de ciwanan dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Kujer Erdgoan, hevkar CPT” berz kirin. BRUKSEL