Hîn jî gundê Eynqesrê bêav e

Şêniyên gundê Eynqesrê ku 6 kîlometreyan dûrî navçeya Misircê ye, diyar kirin ku ji sala 1993’yan ve ji bo gundê wan tu xizmet nayê kirin û gundê wan di serdemeke wiha de hîn jî bêav e

Li gundê Eynqesr ê Misirca Sêrtê ku 6 kîlometreyan dûrî Misircê ye û 150 mal lê hene, ji sala 1993’yan ve ji bo gund tu xizmet nayê kirin. Gundî avê ji pişt çiyayekî gund tînin. Di sala 1997’an de ji bo heywanên xwe av bidin cihokek avê çêkirin. Di sala 2015’an de jî bi pergala boriyan av kişandin gund, lê belê av nagihê malan.

Ji ber vê gelek gundiyan ji xwe re bîr kolandin. Li vî gundê ku 3 hezar pez û 300 dewarên wê hene û gundî debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê dikin, rê jî ne tu rê ne. Ji ber boriyên avê tim dixitimin, welatî ji mecbûrî 3 kîlometre dimeşin û avê tînin. Gundiyan, bilêv kir ku di dema hilbijartinan de partî tên gundê wan, doza dengan li wan dikin lê belê piştî hilbijartinê kes ji bo gund tu xizmetê nake.

Kes wan nabihîze

Şêniyê gund Îrfan Tûnç têkildarî mijarê ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Metîn Yoksu re axivî û wiha got: “10 kîlometre dûrî gund kaniyek heye. Bi pergala boriyan av kişandin Misircê. Lê neanîn gundê me. Di 24’ê hezîranê de soz dan. Heta niha gundê me dengê xwe daye HDP’ê. Di hilbijartina din de AKP’ê got eger ji her malekê dengekî bidin wan ew ê avê bikişînin gund. Me jî 72 deng dan AKP’ê. Du roj ji hilbijartinê re mabû kemçe anîn gund. Girê li hember gund hinekî kolandin. Lê piştî hilbijartinê hew hatin. Em ji partiya A an jî ya B re tiştekî nabêjin. Rengê me diyar e. Em li benda xizmetê ne. Me pirsgirêkên xwe ji Parlementerê HDP’ê Siddik Taş re gotin. Heta niha kesî em nebihîstine. Di sala 2019’an de mirov diçin hîvî, lê belê hîn jî li gundê me av tune ye. Ev tiştekî pir şerm e.”

Şêniyê gund Kasim Alpinar (55) jî anî ziman ku cara ewil di 1993’an de xizmeta hatiye kirin û got: “Niha pergala binavayiyî ya gundê me hemû xirab bûye. Boriyên avê yên min bixwe anîne jî gelek jî derizîne. Boriyên qanalîzasyonê jî derketine derve. Ji sala 1993’yan ve tu xizmet nehatiye kirin.” Alpinar diyar kir ku ocaxa tenduristiyê ya li gundê wan niha girtiye û got: “Niha yek ji me nexweş bikeve, ocaxeke me ya tenduristiyê jî tune ye ku em bibin. Avahiya wê di sala 1990’î de hat çêkirin, lê belê hat girtin. Niha 2 sal in li şûna wê kursa xaliyan tê dayîn. Wexta berf dibara ambulans jî nayên. Niha rêyên gund ji bo wesayîtan ne musaîd in. Kort bûne û me bi derfetên xwe ew kort bi keviran dagirtine.”

Yahya Akyon jî wiha got: “Bi salan e ava gundê em tune. Rewşa me li holê ye. Car heye ji bo em miriyê xwe bişon jî av tune ye.” Husnu Apaydin jî got: “Em xweşikî nikarin heywanên xwe jî av bidin. Ava me û heywanan yek e.” Necat Turko jî got: “Halê kolan û malên me li holê ye. Havînê em ji ber bêhnê nikarin îdare bikin. Zarokên me tim nexweş dikevin.”

 Bi keran avê dikişînin

Gundî, ava vexwarinê bi keran dikişînin. Cihê av lê heye 3 kîlometre dûrî gund e. Melek Tûnç a 10 salî diyar kir ku di hundirê dibistana wan de mişk diçin û tên û ji ber vê ew newêrin biçin lawabaoyê jî. Tûnç wiha got: “Em dixwazin avê bikişînin gundê me. Em her rij vê eziyetê dikişînin.” Yûsûf Alpinar jî wiha got: “Rojê em sê çar caran avê dikişînin. Ên kerê wan tune bin peya diçin.”

Meyase Alpinar jî destnîşan kir ku li gund barê giran li ser milê jina ye û wiha got: “Em welatiyên vî welatî ne. Em baca xwe didin, lê xizmet tune ye.” Alpinar, diyar kir ku ew gelek caran jê firaq û kincên xwe li cihoka avê dişon û got: “Niha barn dibare û av pir e, lê havîna em ji bo ser çavê xwe bişon avê peyda nakin.” Melahat Akyon jî got: “Kes dengê me nabihîse. Êdî bes e, ma em ê heta kengî îdare bikin. Em jî û zarokên me jî em di van rêyan de perîşan bûn.” Vehbiye Tûnç ku li gund miriyan dişo jî got: “Gelek caran em ji bo şûştina miriyan diçin avê ji Misircê tînin. Êdî em nikarin miriyên xwe jî bi aveke paqij bişon.”

Şivanê gund Yûsûf Tan jî wiha got: “Ma wê ava vê qenalê têra me bike an têra heywanên me?” Abdullah Akyon jî got: “Her roj piştî heywanan diçêrînim, heywanan tînim vir.” SÊRT

Dikarî Biecibînî