Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin

Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin a ji şopandina nûçeyê vedigeriya hat binçavkirin

Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin a ji bo şopandina nûçeyê çûbû Aydinê û vedigeriya Îzmîrê di kontrola rê de hat sekinandin û hat binçavkirin. Hat zanîn ku Aydin bi hinceta parvekirina medyaya civakî hatiye binçavkirin û nayê zanîn li ku di binçavan de tê ragirtin. ÎZMÎR