Qeyûm, bi projeyên Kişanak propagandaya xwe dike

Roja ku dadgehê 14 sal û 3 meh li hevşaredara BDP’î ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak birî, qeyûmê ku namzetê AKP’ê ye bi projeya Kişanak a Santrala Enerjiya Rojê propagandaya xwe kir

Li Tirkiyeyê di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 30’ê adara 2014’an de DBP’ê li Amedê ji sedî 55 deng stend û hilbijartina Bajarê Mezin a Amedê qezenç kir. Di hilbijartinê de Gultan Kişanak û Firat Anli hatin hilbijartin. Kişanak a 2 sal û nîv li ser kar ma, di 1’ê mijdara 2016’an de Wezereta Karên Hundir qeyûm tayinî şûna wan kir. Kişanak û Anli di 25’ê cotmehê de hatin binçavkirin û di 30’ê cotmehê de hatin girtin. Duh danişîna Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tuncel li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Heyeta dadgehê li Kışanak bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” 14 sal û 3 meh ceza birî. Roja ku dadgehê ceza li Kişanak birî, qeyûm û namzetê AKP’ê Cumalî Atîlla, projeya Gultan Kişanak ku berê amade kiribû û bingeha wê avêtibû, xist meriyetê û kir malzemeya propagandaya xwe. Qeyûm projeya Gultan Kişanak a Santrala Enerjiya Rojê  kir malzeleya hilbijartinê û li ser vê projeyê propagandaya xwe kir. Dîsa bi projeyên Hevşaredarên BDP’ê yên berê wekî salonên sporê û gelek projeyên din pesnê xwe da û wekî projeyên xwe da naskirin.

Kişanak û Anli li Otogara Amedê (DIŞTI) bingeha Projeya Santralên Enerjiya Rojê avêtibûn û wê demê bi 3 milyon û 940 hezar TL dabûn îhaleyê. Piştî qeyûm tayîn kirin di mijdara 2016’an de avakirina wan xelas bû.

Qeyûm projeya Kişanak a berê ava kiribû, bi sernavê “Ji Enerjiyên Rojê 1 milyon û 153 hezar TL pere hat bidestxistin.” Proje beriya hilbijartinê wek xebata qeyûm hat pênasekirin û propagandaya qeyûm hat kirin. AMED