Alîkariya ji bo Rojava dizîn û kirin amûra propagandayê

 Derket holê ku AKP xwe amade dike ku ‘koliyên alîkariyê’ yên ku Şaredariya DBP’ê ya Wanê ji bo gelê Rojava berhev kiribûn ji xwe re bike amûra hilbijartinê

AKP ya ku bi guherandina hilbijêran û hilbijêrên sexte dixwaze li Wanê di hilbijartinan de bi ser bikeve, weke her carê, beriya hilbijartinê dîsa bi navê komur û alîkariya xurekan xwe amade dike ku bertîlê bide. Li Seroktiya Rêveberiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Mezin a Wanê û Siphanê ya AKP’ê du depoyên mezin ên ‘alîkariyê’ hene. Lê derket holê ku li vir, malzemeyên alîkariyê yên ku di koliyan de hatine bicihkirin derengiya şevê li gel tê belavkirin.

Dîmenên ku di depoyên navborî de hatine kişandin, vê xebatê bi zelalî nîşan dide. AKP’yî alîkariya di dema Şaredariya Mezin a DBP’ê de ji bo Rojava hatibû berhevkirin û piştre qeyûm dest danîbû ser, disize û cil û bergên wê belav dike. AKP’yiyên ku alîkariya ji bo Rojava didizin, her wiha zadê Fona Alîkariya Sosyal a Walîtiya Wanê jî ji bo ku bide gel xebatan dike. AKP’yî koliyên malzemeyên alîkariyê yên ji bo Rojava, ên dema Şaredariya DBP’ê de hatibûn berhevkirin jî diguherîne.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç têkildarî mijarê axivî û wiha got: ”Ev 16 sal in xebata ku AKP’ê kirî ev e. Hêza cameweriyê bi kar tîne. Alîkariya ji bo Wanê ya dema erdhejê hatî berhevkirin jî ji bo propagandaya xwe ya hilbijartinê bi kar anî. Hemû derfetên dewletê niha ji bo veberhênana partiyekê û partiya koalîsyonê tê bikaranîn. Ev ne dûrî hişmendiya AKP’ê ye. AKP gel bi birçîbûnê, bi bêkariyê terbiye dike û derfetên dewletê ji bo xwe bi kar tîne. WAN