Di meha çileyê de 100 rojnameger hatin darizandin

Înîsiyatifa Rojnamegrên Azad (ÎRA) rapora meha çileyê ya binpêkirina mafên çapemeniyê û rojnamegeran aşkera kir. Li gorî raporê di meha çileyê de 100 rojnameger hatin darizandin û 5 rojnameger jî hatin cezakirin. Li gorî raporê 169 rojnameger girtî ne

Înîsiyatifa Rojnamegrên Azad (ÎRA) rapora meha çileya 2019’an a binpêkirina mafên çapemeniyê û rojnamegeran bi daxuyaniyek nivîskî aşkera kir. ÎRA’yê, di raporê de diyar kir ku di meha çileyê de 100 rojnameger hatin darizandin û 5 rojnameger jî hatin cezakirin. ÎRA’yê da zanîn ku her meh bi rêk û pêk der barê binpêkirina mafên rojnanemegeran de rapor amade dikin û li gorî daneyên bi dest xistine, tê dîtin ku desthilata AKP’ê li ser çapemeniyê polîtîkayên tundiyê xistine meriyetê.

ÎRA’yê anî ziman ku AKP bi rêk û pêk çewisandina li ser çapemeniyê zêdetir dike û ev tişt ragihand: “Rojnamegerên ku saziyên wan hatin girtin û ji kar hatin avêtin, niha her çend bi derfetên xwe hewl bidin karê xwe bikin jî dîsa rastî gelek astengiyên darazî û fizîkî tên.  Rojnamegerên ku hewl didin rastiyan bi civakê re parve bikin, tên binçavkirin û der barê wan de doz tên vekerin. Gelek jî tên binçavkirin û piştre bi şertên kontrola edlî tên berdan. Rojnamegerên ku dixwazin rastiyan bi raya giştî re parve bikin di bin şertên gelek dijwar de karê xwe dikin. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) diyar dikin ku ji bo rêvebirina demokratîk bibpêş bikeve pêwîst e ku çapemenî di nava şertên azad û demokratîk de karê xwe bike. Ji bo vê yekê jî em dixwazin zext û ceza bi dawî bibin û rojnamegerên girtî bên berdan.”

Rapora meha çile ya ÎRA’yê wiha ye: “169 rojnameger girtî ne. 2 rojnameger hatin binçavkirin. 1  rojnameger hat girtin. Li 4  rojnamegeran doz hat vekirin. 100 rojnameger hatin darizandin. 5 rojnameger hatin cezakirin (li 4 rojnamegeran 20 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li wan birîn. Li rojnamegerekî 8 hezar û 660 TL cezayê pereyan û 1 sal û 1 meh û 15 roj ceza birin). Rêveberiya girtîgehê pirtûka Musa Anter a Vakayiname neda girtiyan. 3  Rojnameger hatin berdan. 1 Rojnameger hat dersinorkirin.” AMED