Çalakiya nobetê ya li KCD’ê didome

Çalakiya nobetê ya parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê ji bo piştgiriya çalakiya hevaeroka KCD’ê û girtiyên li girtîgehan ketine grevê berdewam dike. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk îro nobet dewir girt

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 87 roj in di greva birçîbûnê de ye, li avahiya KCD’ê di roja 3’yemîn de nobeta xwe berdewam dikin. Parlamenterên HDP’ê Saliha Aydenîz û parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik ku duh dest bi nobetê kiribûn îro nobet dewrî parlamenterê HDP’ê Tuma Çelîk kirin.

Li salona ku serlêdan tên qebûlkirin pankarta wêneyê Leyla Guven, Îlhan Şîş ê li Galiyanê û Nasir Yagiz ê li Hewlerê di grevê de ne û nivîsa “Em ê tecrîdê bişikînin faşîzmê helweşînin” vekirin. Îro parlamentera koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari, namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Peyasê Kezban Yilmaz û Necatî Pîrînççîoglu, Hevserokê  TUAY-DER’ê Abdulmenaf Kur, malbatên girtiyên zarokên wan di grevê de ne, endamên Platforma Şaxan a KESK’ê û rêveberên DÎSK’ê nobeta li KCD’ê ziyaret kirin.

Girtiyan peyam şand

Malbatên girtiyan diyar kirin ku zarokên wan bi rêya telefonê peyam ji wan re şandine û wiha gotin: “Em li dijî hemû zext û tundiyê di greva birçîbûnê de ne û çalakiya xwe berdewam dikin. Heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe çalakiya me dê bidome. Niha tenê canê me heye. Em amade ne vî canî di vê oxirê de bidin.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku piştî sala 2015’an tecrîd bêtir giran bûye û wiha got: “Em ê bi hev re vê tecrîdê bişikînin. Dewlet konseptên cuda bi pêş dixe. Dixwazin gel bê vîn bihêlin. Kî devê xwe vedike wan digirin û davêjin zindanê. Li çar parçeyan êrîş dikin. Ji bo hevalên me bigihîjin armanca xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê bi hev re vê tecrîdê bişikînin.”

Parlamenterê HDP’ê Tumay Çelîk ku nobet dewir girt jî wiha got: “Îro di şexsê birêz Ocalan de tecrîd li ser her kesê heye. Hevalên me Leyla Guven, ên li girtîgehan û Ewropayê bi armanca welatekî demokratîk û jiyanek demokratîk di çalakiyê de ne. Heta ku em bi ser bikevin têkoşina me dê bidome.” AMED