Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li qadan bûn

 

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan li Stenbol, Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin çalakiyên xwe yên vê hefteyê li dar xistin

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 723’yan de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê ku xwestin ji ÎHD’ê bimeşin Qada Galatasarayê rastî astengiya polîsan hatin. Piştî polîsan dayik asteng kirin, dayikan li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy û Garo Paylan, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kesên din tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn û piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta serokê HADEP’ê yê Sîlopiyê Serdar Taniş û rêveberê HADEP’ê Ebubekîr Denîz pirsîn ên ku di 25’ê çileyê de hatibûn destgîrkirin û hêj agahî ji wan nayê girtin. Keça Fehmî Tosûn, Besna Tosûn daxuyanî da. Tosûn wiha got: “Ji bo Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz em edaletê dixwazin. Ji bo bêcezakirin bi dawî bibe û kiryar bên cezakirin divê em bi rastiyên xwe re hevrû bibin. Bincilkirina sûcên berê rê li pêş cînayet û sûcên nû vedike.”

Piştî daxuyanî dan nameya Ceylan Denîz xwendin a ku keça Ebûbekîr Deniz e. Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak nameya Ceylan Deniz xwend û wiha got: “Canê min bavê min. 18 sal bihurîn em ji te qetiyan. Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji dest me stendin. Bi salan e ev kêmasî heye. Li malê her ku em li ser sifreyê rûdinin, çav li wêneyê bavê xwe dikevim. Wexta dimeşim jî xeyal dikim û dibêjim ‘wexta bê gelo wê berteka min çawa be.’ Piştî bavê min hat windakirin, rewşên bi vî rengî rû dan. Em ne yên dawî bûn. Her çend pêvajo zor û zehmet be jî lê belê niha hevrêyên bavê min alaya wî bilind dikin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Tu baş nayê bîra min. Ji ber ku ez 5 salî bûm. Kenên te wekî xewnekê tên bîra min. 18 sal bihurîn lê em tu agahî ji te nagirin. Em bi heviya agahî ji te bigirin dijîn. Çend sal û sedsal biborin jî em ê lêgerîna te berdewam bikin.”

Kurê Serdar Taniş ê 19 salî Diyar Taniş jî axivî û wiha got: “Dema bavê min û hevalê xwe hatin windakirin ez 1 salî bûm. Ji wê rojê heta niha hemû hewldanên me bê encam man. Em hêvî dikin ku rojekê daraza serbixwe bi pêş bikeve û hesab ji kujeran bipirse. Heta ku em hebin em ê li aqûbeta wan bipirsin.”

Aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila Winda Bên Dîtin û Kiryar Bên Darizandin” di hefteya 521’emîn de ji ber ku Walîtiya Amedê, Parka Koşuyolu li çalakvanan qedexe kir, li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Wêneyên windayan li erdê hatin raxistin û hildan. Serokê CHP’a Amedê Mehmet Sayin, rêveberên ÎHD’ê û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer axivî û diyar kir ku li welêt binpêkirina mafên mirovan a giran diqewime û bi sedan mirov li girtîgehan bedena xwe dane ber birçîbûnê. Acer da zanîn ku rewşa hevseroka KCD’ê Leyla Guven her roja ku diçe xerabtir dibe û wiha got: “Ji bo mafên herî bingehîn ku tecrîd bi dawî bibe li ber xwe didin. Tecrîd bi serê xwe sûcê mirovahiyê ye. Divê tu însan di bin tecrîdê neyê hiştin.”

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Kemal Mumbarîz ê di 1’ê sibata 1994’an de ji aliyê leşker û polîsan ve bi Torosa spî ku hat windakirin kir û behsa aqûbeta doza wî kir.

Li Êlihê çîroka Yaşar gotin

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 427’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û parêzvanê mafên mirovan ên ku bi dirûşma “Bila Winda Bên Dîtin û Kiryar Bên Darizandin” wêneyên windayan hildan û xwestin aqûbeta xizmên wan aşkera bibe. Di çalakiyê de kurê Mehmet Yaşar, Sabahattîn Yaşar behsa çîrok bavê xwe yê ku di 31’ê tîrmeha 1993’yan de li geraja Êlih-Midyadê rastî êrîşek çekdarî ya kiryar nediyar hat jiyana xwe ji dest da kir û xwest kiryar bên dîtin.

Bal kişandin ser rewşa Apê Dedo

Li aliyê din Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê jî bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 358’emîn de li dar bixe. Polîsan destûr neda çalakiyê û li ser vê yekê parêzvanên mafên mirova li ber avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankartên “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD2ê Hatîce Onaran daxuyanî da.

Onaran da zanîn ku binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî yên li girtîgehan didomein û wiha got: “Ev pêkanîn gihîştine asta tecrîd û îşkencekirinê. Hemû mafên girtiyan ji dest wan digirin. Pêkanînên demên dawî yên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê hemû pêkanînên dubarekirina 12’ê Îlonê dide nîşandan.” Onaran diyar kir ku bi destpêkirina grevên birçîbûnê re binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û ev binpêkirina mafan a dij mirovahiyê didomin.

Onaran bal kişand ser ewşa Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 82 salî bi sedema bûyerên li Licê di sala 1993’an de qewimîn hat girtin û wiha got: “Mehmet Emîn Ozkan di sala 1997’an de li Mêrsînê piştî îşkenceyek giran lê hat kirin hat girtin. 22 sal invtevî hemû nexweşiyên xwe yên giran û temenê xwe yê mezin girtî ye. 5 caran qeyrana dil derbas kiriye. 2 caran emeliyata dil bûye. Gelek nexweşiyên wî yên din ên giran hene. Ji ber nexweşîyên xwe yên giran di hefteyê de du-sê caran neçar e biçe nexweşxaneyê. Ozkan tevî ku rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ ji Saziya Tiba Edlî wergirt jî nayê berdan û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Mehmet Emîn Ozkan û hemû girtiyên nexweş bila demildest bên berdan. Em dixwazin saziyên eleqedar û rayedar di vê mijarê de gav biavêjin. STENBOL/AMED/ÊLIH