Ji bo azadiya Ocalan meşa dirêj dest pê kir

Navenda Nûçeyan

Ji bo azadiya Ocalan li Eyaleta Nîedersachsern (Saksonya Jêr) a Almanyayê meşa dirêj a 3 rojan dest pê kir

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elyaleta Nîedersachsen (Saksonyaya Jêr) a Almanyayê bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisanê re statû’ meşa dirêj a 3 rojan dest pê kir.

Di meşê de pankarta bi nivîsa almanî ya ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ hate vekirin û posterên Ocalan û Leyla Guven hatin hildan û li ber muzîkan meş dest pê kir.

Meş li nav bajar rastî eleqeyek mezin hat. Beşa yekem a meşê dê li bajarokê Sarstedtê bi dawî bibe.

Meş sibe jî dê saet di 11:00’an de li pêşiya stasyona Ramba ya Sarstadtê dest pê bike û çalakvanên meşê dê xwe bigihînin Hannover/Laatzenê.

Her wiha tê payîn ku piştî meşa sê rojan mîtîngek li pêşiya Parlmentoya Eyaleta Saksonyaya Jêr a li Hannoverê bê kirin û dosyaya hatiye amadekirin pêşkêşî parlementoyê were kirin.