Ocaxa tenduristiyê bû axur

 Li gundê Bûgdayli yê Silopiyayê, ocaxa tenduristiyê ya avakirina wê temam nekirin, ji ber teman nebû niha bûye axura sewalan. Rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê, diyar kirin ku ji ber butçe nehatiye veqetandin, ocax nehatiye temamkirin

Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê li gundê Bûgdayli ya Silopiyaya Şirnexê, di sala 2008’an de dest bi avakirina ocaxa tenduristiyê kirin. Rayedaran heta cihekî avahiya ocaxa tenduristiyê ava kirin û bêyî temam bikin navber dan avakirinê. Ji bo vê yekê gundî nehatin serwextkirin. 10 sal di ser re derbas bûn hêj avahî nehatiye temamkirin û niha veguherandin axura sewalan. Ji ber rayedaran avakirina ocaxa tenduristiyê nîvco hişt gundiyan jî înşeata ocaxê kir axura sewalan.

Têkildarî mijarê rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê diyar kirin ku ji ber wezareta tenduristiyê butçe biriye, ocax nehatiye temamkirin.

Şêniyên gund jî ji bo ocax bê çêkirin, serî li midûriyetê dan lê belê hîn jî bersiva wan nehatiye dayîn. ŞIRNEX