Hewldanên PDK’ê bê encam man

Ciwanekî bi navê Şahîn Şêladizê diyar kir ku PDK li herêmê di nav hewldanan deye ku ser dagirkeriya tirk bigire û gel li dijî PKK’ê rake lê gel guhdarî wan nake û di helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya tirk de zelal e

Ciwanekî bi navê Şahîn Şêladizê têkildarî planên qirêj ên MÎT’a tirk û PDK’ê yên li Şêladizê û Dêralokê axivî. Şahîn Şeladizê diyar kir ku PDK piştî raperîna Şêladizê li herêmê ketiye nava hewldaneke mezin da ku ser dagirkerî û komkujiyên dewleta tirk bigire û wiha got: “Rayedarên PDK’ê roja înê ji melayan xwest ku di xutbeyê de li dijî PKK’ê bangeşiyê bikin. Lê tevî ku mela bangeşeya li dijî PKK’ê kir jî kes jê bawer nekir û guh neda melayan. Ji ber vê jî plana wan a yekemîn têk çû.”

Helwesta gel zelal e

Şahîn Şeladizê dazanîn dema ku plana xutbeyê encam negirt, vê carê PDK’ê bangî hinek kesayet û keyayên herêmê kirine  û ji wan jî xwestine ku li cihên kom û giştî di nav gel de bangeşeya li dijî PKK’ê bikin û rewşekê li dijî PKK’ê li herêmê ava bikin. Şeladizê di dewama axaftina xwede ev tişt got: “Lê ev hewldan jî mîna xutbeyê encam negirt û gel guh neda van bangeşiyan. Ji ber gel dagirkeriya tirk û komkujiyên wê bi çavên xwe dîtine. Tevî van hewldananên PDK’ê jî di helwesta gel a li dijî dagirkeriyê de tu guhertinek çênebûye û hîn jî gel pir bihêrs e li dijî artêşa tirk.”

Li lîstikên cuda digerin

Şahîn Şêladizê di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hîn jî hewldanên PDK’ê yên di vî alî de li herêmê dewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet PDK dîsa di nav hewldanên cur bi cur de ye û dest ji van hewldanên xwe bernedaye. Lê weke kesekî herêmê dikarim bêjim ku gel qet bawerî bi gotinên PDK’ê nayêne û tu qîmeteke wan gotinan nîne, ji ber bixwe her tiştî bi çavên xwe dibînin. Lê dibe ku PDK kadroyên xwe û hinek kesên ku bi pere girêdayî wan in li dijî PKK’ê bidin axaftin an jî hewl bidin weke nerazîbûna gelê herêmê bidin nîşandan.”

Semînera PDK û MÎT’ê

Hêjayî gotinê ye ku duh li Şêladizê semînerek ji aliyê PDK’ê ve hatibû dayîn û tê gotin ku nûnerên MÎT’a tirk jî tê de hebûne. PDK’ê hejmarek kes jî bi gefan û darê zorê tev li semînerê kiribû û ji wan jî xwestibû ku xwepêşandan li dijî PKK’ê bikin û daxwaz bikin ku PKK başûrê Kurdistanê terk bike. Her wiha ji gel hatibû xwestin ku kî li dijî dagirkeriyê biaxive û bikeve nav hewldanekê jî PDK’ê agahdar bikin. DUHOK