Li Bedlîsê kafe hilweşiya mirî û birîndar hene

Li Bedlîsê ji ber berfa zêde banê kafeyekê hilweşiya. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 7 welatî birîndar bûn

Li taxa Husrevpaşa ya Bedlîsê ji ber berfa zêde banê kafeyekê hilweşiya. Di encama hilweşîna banê kafeyê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û  7 welatiyên ku li hundir rûniştî birîndar bûn. Lê belê derbarê rewşa birîndaran de agahiyek berfireh nehat bidesxistin. BEDLÎS