Bakurê Sûriyeyê li dijî tecrîdê meşiya

Navenda Nûçeyan

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven û çalakvanên di greva birçîbûnê de, çalakî li dar xistin. Her wiha ji Efrîn, Minbic û heta Helebê li gelel deveran jinan peyamên piştgiriyê da

Piştgiriya bi çalakiya grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li Ewropa û gelek welatên din hatine destpêkirin, roj bi roj xurttir dibe. Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyên Girkê Legê meşek li dar xistin. Her wiha welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda piştgirî dan çalakiyên grevên birçîbûnê.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyên Girkê Legê bi dirûşma ‘Bi ruhê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin’ meşek li dar xistin. Meşa ku ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û çalakvan heta navenda navçeyê meşiyan. Di meşê de çalakvanan bi dirûşman çalakgerên greva berçîbûnê silav kirin û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.

‘Berxwedana Ocalan çavkaniya azadiyê ye’

Di çalakiyê de endama Rêveberiya Kongreya Star Narîşan Berekat axivî û anî ziman ku ew ne tenê bi çekê, bi hemû rêbazan bersivê didin dijmin û dagirkeran. Berekat teqez kir ku berxwedana Ocalan a li Îmraliyê di kesayeta jinan û gelê kurd de şoreşeke mezin pêk anî û ev berxwedan veguheriye çavkaniya îradeya azad û têkoşîna gelan. Çalakvanan piştgiriya xwe ya bi çalakvanan re jî destnîşan kir.

Jinan çalakî li dar xist

Her wiha ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin û di roja 88’emîn de didome, Rêveberiya Jinan a Dêrazorê bi tevlêbûna gelek endamên Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl, Komîteya Perwerdeyê û Meclisa Jinan a Cezratm’ê, li ber Meclisa Jinan a li gundê El Kesrayê çalakî li dar xist.

Banga rakirina tecrîdê kirin

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin û çalakiya Guven silav kirin. Meclisa jinan diyar kir ku ew deng didin dengê Guven û hemû girtiyên di çalakiyê de. Meclisa jinan daxuyand ku Leyla Guven îsbat kir ku vîna jinan ji planên dagirkeran mezintir e û banga rakirina recrîdê li qada navneteweyî kirin.

Li Minbicê belavok hatin belavkirin

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê jî ji bo balkişandina ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê, li navenda Minbicê belavok belav kirin. Di belavokan de her wiha Leyla Guven û çalakvanên di greva birçîbûnê de jî hatin danasîn û berxwedana jinan dihat vegotin. Her wiha di belavokan de hat gotin ku zexta hikûmeta AKP’ê dê nekare agirê berxwedanê di kesayeta jinên berxwedêr de vemirîne.

‘Guven mohra xwe li dilê hemû jinan da’

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û piştgirî dan çalakiyên grevên birçîbûnê. Ji jinên taxê Perîşan Reşîd got ku ew weke jinên taxê dê berxwedana Leyla Guven bidomînin û piştgiriyê bidin daxwazên Guven. Lava Mihemed û Fatma Hesen jî daxuyandin Leyla Guven bi vîna jinên azad têdikoşe û teslîmkarî red kiriye. Jinan bi lêv kir ku Guven mohra xwe li dilê hemû jinan daye û berxwedana wê bûye yek ji sembolên berxwedana jinan. Jinên ji taxa Şêxmeqsûd banga bilindkirina têkoşînê kirin.

‘Tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin’

Li hemberî tecrîda li ser Ocalan, gelê Efrînê jî bi bertek in. Ji bo şermezarkirina tecrîdê û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê bi dirûşma ‘Bi giyanê berxwedana girtîgehan serî hildin, tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin’ li navçeya Fafîn a Şehbayê çalakî da destpêkirin. Çalakî di roja sêyemîn de didome.

Efrîniyan piştgirî dan çalakvanan

Ji çalakvanan Zehîde Dênkelî çalakiyên greva birçîbûnê weke çalakiyên dîrokî pênase kirin û got ku berxwedana wan dê heta rizgarkirina Efrînê û rakirina tecrîdê bidome. Ji şêniyên Efrînê Ehmed Mûsa jî got ku Guven û hevrêyên xwe îro berxwedana Mazlum Dogan, Kemal Pîr û rêhevalên wan vedijînin û ew jî piştgiriyê didin. Çalakvan Ferîde Ebdo, Sehîle Şêx Ehmed û Ranya Şêxo jî berxwedana Guven û çalakvanên din pîroz kirin û banga xurtkirina têkoşînê li herkesî kirin.

Dikarî Biecibînî