Artêşa tirk leşker şandin Geliyê Balindê

Hat ragihandin ku artêşa dewleta tirk, hejmarek leşker û çek şandine Geliyê Balindê

Li gorî çavkaniyên herêmî artêşla tirk li başûrê Kurdistanê li cihê ku komkujî pêk aniye careke din ketiye tevgerê û vê carê jî bi bejahî dest amadekariyên operasyonekê dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatiye wergirtin, artêşa Tirk şevêdin saet derdora 21.30’an de bi qasî 15 wesayîtên leşkerî, çek û cebilxane şandine herêma Geliyê Balindê.

Geliyê Balindê dikeve navbera bajarokên Nêrwe û Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya bajarê Duhokê. Ev der yek ji cihên geştê yên Başûrê Kurdistanê ye û gel ji herêmên cuda ji bo geştê serdanê dikin.

Artêşa dewleta tirk beriya niha jî Geliyê Balindê bi balafirên şer bombebaran kiribû.

Çavkaniyan her wiha dan zanîn ku artêşa tirk, li derdora qereqola xwe ya Sîrê ku welatiyan şewitandibû dîwar çêdike û ev jî bûye sedema nerazîbûna gelê herêmê. DUHOK