Doza Lîcê: Delîl razber û xeyalî ne!

Biryara bi hincet a beraeta bersûcên Komkujiya Lîcê aşkera bûn. Heyetê di biryara bi hincet de diyar kir ku delîl ne razber û xeyalî ne. Dadgehê parast ku di bûyerê de çalakiyek yekalî ya leşkerî ye û bersûcan di bin îşkenceyê de îfade daye

Li Licêya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’yan de piştî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin leşker û polîsan li navenda navçeyê 16 sivîl kuştin û 36 kes jî birîndar kirin. Danişîna 14’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê di 7’ê kanûna 2018’an de pêk hatibû. Di dozê de Fermandar Tûnay Yanardag û fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê yê wê demê Albay Eşref Hatîpoglû dihatin darizandin. Lê ji ber Yanardag mir, Hatîpoglû tenê dihat darizandin. Dadgehê der barê Hatîpoglû de biryara beraetê da û biryar da ku Yanardag ji dosyayê bê derxistin. Li aliyê din bi hinceta li Licêya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’yan de fermandarê cendirmeyan Bahtiyar Aydin kuştiye cezayê muebeta giran li Mehmet Emîn Ozkan birîn. Ozkan 22 sal in girtî ye û li benda edaletê ye.

Dadgehê di biryara bi hincet a beraeta bersûcan de hemû delîlên şênber wekî delîlên xeyalî û razber hesibandin. Dadgehê daxuyaniyên di lehê bersûc de têr dît. Dadgehê parast ku bûyer ji aliyê PKK’ê ve pêk hatiye û Bayram Çakir ê di bin çavan de îfade daye, di bin îşkenceyê de ew îfade dane. Heyetê parast ku di bûyerê de ne tenê gelê herêmê, her wiha tuggeneral Bahtiyar Aydin, çawişê pispor û mamosteyek jî jiyana xwe ji dest daye. Dîsa parast ku di bûyerê de polîs û leşkerên birîndar bûne jî hene. Heyetê parast ku êrîş ji aliyê PKK’ê ve pêk hatiye û çekên ku PKK’ê di bûyerên din de bi kar anîne li vir jî bi kar anîne. Heyetê parast ku di bûyerê de 39 çekên ku artêşê bi kar neanîne hatine bikaranîn.

Raboriya bûyerê

Di 22’ê Cotmeha 1993’yan de leşkeran li navçeya Licê komkujî pêk anîbû û herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di 22’yê Cotmeha 1993’yan de hat îdiakirin ku PKK’ê avêtiye ser navenda Licê û pişt re fermandarê asayîşê yê jendermayan Hasan Kûndakçi û alîkarê wî Îlker Başbûg ên wê demê, fermandarê jendermeyan ê herêma Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin şandin Licê. Li gorî îdiayan, Bahtiyar Aydin li navenda navçeyê, di dema pevçûna bi PKK’ê re li hewşa qereqolê ji aliyê segvanekî ve bi çeka “kanas” bi guleya li serî ketî, hat kuştin. Êrîşa li ser Licê piştî vê cînayetê dest pê kir. Navend û gundên Licê 48 saetan bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di roja destpêkê de kolan, mizgeft, dibistan û avahiya şaredariyê tevî ku mirov tê de hebûn jî hatin bombekirin û hilweşandin. Li dû vê yekê malên şewitî, dûxan, xwîn û hêsrên çavan li Licê man. Bi qasî hefteyekê têkiliya navçeyê bi cîhanê re hat qut kirin. Bi rojan agahî ji Licê nehat girtin. Di encamê de jî tuggeneral Bahtiyar Aydin, 5 zarok, mamosteyek bi giştî 16 kes hatin kuştin.

25 sal in didome

Gelê Licê ku piştî komkujiyê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê meşand, tevî hemû hewldanan jî encamek bi dest nexist. Di roja ku li gorî qanûnan dem dê di ser dozê re derbas bibûya, gilînameya Dozgeriya Amedê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê ve hat qebûlkirin. Der heqê fermandarê JÎTEM’ê yê wê demê de Tûncay Yanadardag û fermandarê jendermeyan ê Bajarê Amedê Eşref Hatîpoglû de doz hat vekirin. Di dozê de der barê bersûcan de hat xwestin ku ji ber sûcên “Bi zanebûn kuştina mirovan”, “Teşwîqkirina gel ji bo îsyan û qetilkirina hev” û “Ji bo sûc bike rêxistin ava kirine” yên TMK, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî û cezayê hepsê yê 24 salan werin cezakirin.

Lê dozê dest pê nekir û du caran hat veguhestin. Bi hinceta “ewlekariya bersûcan” doz ji Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê re hat şandin. Dema hat fêmkirin ku li Eskîşehîrê “dadgeha xwedî erka taybet” nîne, vê carê doz birin Îzmîrê. Lê doz li Îzmîrê jî demeke dirêj dest pê nekir. Li ser daxwaza bersûcan a “divê HSYK destûra darizandinê bide” dosya ji nû ve ji Dadgeha Bilind re hat şandin. Dadgeha Bilind daxwaz red kir û dosya ji 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re şand.

20 sal piştî komkujiyê doz vekirin. Doz di 16’ê çileya 2014’an de ji nû ve pêk hat. Rûniştina dozê bi hinceta “ewlehiyê” sewqî Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Îzmirê kirin. Di rûniştina ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Eşerf Hatîpoglu û Ustegmen Tunay Yanardag wekî bersûc tên darizandin dê îdianame bê xwendin. Di rûniştinê de bersûc amade nebûn lê malbata tuggeneral Bahtiyar Aydin û parêzerên wî, parêzerên mudafî û parêzerên OHD û ÇHD’ê amade bûn. Dîsa endamên Platforma Licê li Edaletê digere û namzetê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û Eylem Yildiz li salonê amade bûn. Serokê heyeta dadgehê diyar kir ku dê di vê rûniştinê de îdianame bê xwendin. Lê parêzerê malbatên mexdûran serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku di rûniştina bê bersûc de îdîaname bê xwendin li dijî hiqûqê ye û îtiraz kir.

Ji 2 bersûcan yek mir

Ji du bersûcan tegmen Tunay Yanardag, di 23’yê tebaxa 2015’an de li Singapurê qeyrana dil derbas kir û mir. Niha ji bersûcê dozê tenê Eşref Hatîpoglu bi awayekî serbest tê darizandin.

Kalê 80 salî 22 sal in girtî tê darizandin

Li aliyê din Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî ku bi îdiaya general û fermandarê jerdemeyan a heremê Bahtiyar Aydin kuştiye 22 sal in bi awayekî girtî tê darizandin. AMED