2 kolberên kurd bi giranî birîndar bûn

Duh bi şev mayinek teqiya û di encamê de 2 kolber bi giranî birîndar bûn. Kesên birîndar şandin nexweşxaneya navçeya Çoman a ser bi bajarê Hewlêrê

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin duh bi şev 2 kolberên ji Pîranşara rojhilatê Kurdistanê, li sînorê Hacî Umran ê navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê pê li mayinê kirine û bi giranî birîndar bûne.

Rêveberê nexweşxaneya Çoman Ehmed Xelîl diyar kir ku yek ji birîndaran lingê xwe wenda kiriye û piştî ku rewşa wî giran bû ew şandin nexweşxaneya Hewlêrê. PÎRANŞAR