Zext li ser girtiyên di grevê de ne tên kirin

Platforma Hîqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ragihand ku li girtîgehên Herêma Marmarayê girtiyên di greva birçîbûnê de dibin hedefa zext û kiryarên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan û OHP’ê xwest tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin

Komîsyona Girtîgehan Şaxa Stenbolê ya Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), li ser rewşa girtîgehên li Herêma Marmarayê rapora meha çileya 2019’an aşkera kir.

Rapor ji aliyê hevberdevka komîsyonê Raziye Tûrgût ve hat xwendin. Turgut bal kişand ser zext û zordariyên rêveberiyên girtîgehan a li ser girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne û diyar kir ku li Herêma Marmarayê nêzî 100 girtî di greva birçîbûnê de ne û ji ber grevê birîn li devê hin girtiyan der bûne.

Di raporê de hate ragihandin ku rêveberiya girtîgehê vîtamîna B û karbonatê nade girtiyên di greva birçîbûnê de ne.

Li gorî raporê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ku gelek caran bi binpêkirina mafên mirovan ketiye rojevê, tenê hemşîre kîlo û tansiyona girtiyên di greva birçîbûnê de ne kontrol dikin lê heta niha doktoran kontrol nekirine û hat destnîşankirin ku vîtamîna B1 nayê dayîn û girtiyê bi navê Sulyeman Benzer piştî ketiye greva birçîbûnê ew xistine hucreya yekkesî.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, 2 leşkeran bi hinceta birina gel dozger girtiyên bi navê Kemal Argiş û Adem Arslan bi zorê ji qawîşê derxistine û li wan dane, heqaret û sixêf li wan kirine û wiha hat gotin: “Girtiyê bi navê Zerdeşt Odûncû ku 23’yê kanûna 2018’an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, ji hingî ve doktor kontrola wî nake û nayê zanîn ku çend kîlo li xwe kêm kiriye.”

OHP’ê da zanîn ku hevdîtin bi çalakgerên greva birçîbûnê Ozlem Ozdemîr û Ayten Gulsum ên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê re hevdîtin hatiye kirin û li gorî gotinên girtiyan, li çalakgeran nexweşî der bûne, midûrê girtîgehê gef li girtiyan xwarine ku ger çalakî bidome dê bi zorê dest lê werdin û ragihand ku li Girtîgeha Kandirayê jî girtiyê bi navê Îbrahîm Kaya ku di greva birçîbûnê de ye 10 kîlo winda kiriye û pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûne.

Her wiha OHP’ê bang li desthilatdariya siyasî kir ku ji bo rewşeke bêhtir metirsîdar rû nede bikeve nava hewldanan û diyar kir ku daxwazên girtiyan zelal in, divê tavilê tecrîd rabe. STENBOL